Helbest u Vidyo

Azarek, Gurzek Nêrgiz û Wefadariyek (Ji giyanê Saad Hesen Dellî re)


Konê Reş

Azara kurdan !  Azara Newrozê  !
Azara Barzanî ! Azara Helebçe !
Azara Qamişlo ! Azara Mihemed Şêxo !
Azara Seydayê Tîtêj ! Azara rengîn !
Û emê bêjin; Azarê, azarê azarê..!
Te (Saadê Dellî) jî kir mêvanê xwe,

Te ew jî kir nav refê niştimanperwerên Kurdan û
Te bi firehî dergehê xwe jêre vekir ..
Spas, spas spas ji te re …
Emê jî bêjin, bijî azarê,
Bijî bîst û yekê azarê,
 Bela şev û roj bêne qirarê.
Ji ezel ve, dinya wilo hatiye û
Wê wilo derbas be..
6ê azara 2006 an,
Ango ji berî saleke bi kul, êş û xeman,
Azarê zavayê min (Saad) diziye,
Di dûrbûn, sirgûnî û zîvariyan de,
Can ji bedena wî vediziye,
Dilê dê, bav, jin û tev mirovên wî,
Kizirandiye..
*          *          *
Eger şehîd hebin
Bêguman Saadê bê siûd
(Bavê Sumeya)
Şehîde, şehîde şehîde.
Şehîdê dûrbûn û cefaya welate
Şehîdê bêrîkirina xaka Hecî Nasrê ye
Şehîdê bajarê Qamişlo ye
Şehîdê wefadariya dost, heval û xizma ye..
Erê hejano..!
Azarek çû yek hat
Hêjî wêneyê Saad, şop û şûna wî,
Li ber çavê me û çavên dost û hevalên wî
Xwe nade alî..
Awazên dengê wî
Di qula guhê me û wan de
Bi zingezinge..
Erê eve karê dinyê
Wilo hatiye û wê wilo here.
Buhişta rengîn mala wî be.

Konê Reş

Qamişlo 03/03/2007

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…