lê û lê û lê.. kurte çîrok

 wehîd keleş

îşev wekî her şevbû , lê çi çêbû ta ev şeve  bû şeveka ne xweristî
guhê xwe bide min ez dê bêjim û tu  bibihîze
 
mîdo jina egîdo bû , neh heyvên xwe derbaskirin , û çend roj jî bi ser de çûn
zigê wê mîna dehola gewenda mezin bûbû

ket ber demjimêrên xwe yên dawî  da bi zaro bibe
lê kes nizane kî giliyê mandiyo kiriye ,tirimbêla leşkeran li ber deriyê bîstan rawestiya , û  
mandiyo derlinga xwe hildabû û şîniyê xwe avdida
pê xwas û ling herî kirin di cêba leşkeran de û birin , lingê wî hildan û her darek lê diket dibû hawar û qîrqîra wî
diranên xwe bi serhevde diqerastin , mîna qeraseyê apê qaso dema li deştê kevirên reş dirakirin
çavê wî belîsbûn û tifa wî ziwabû
 
lê  
hogirê piçûk hîn temenê wî ne bûye deh salî , û hîn goştê wî siste , ji demjimêra dibistanê ya yekemîn ve , her du destên xwe hildane û li ser lingekî rawesiyaye , dilerize mîna qeramê di nava golê de , di mejiyê xwe yê piçûk de di got : ya baş  ez çenteyê memosteya xwe ya lêv sor birevînim û ji dibistanê birevim
 

bûyer çibû ta cêba leşkerî mîna bablîsoka payizî toz bi ser diket , û çar zarok ji bênderên gund revandin , qîrên leşkeran û fîtên wan tevlî dijûnên wan dibûn , û piştî ew girtin ji hev re di gotin : çêlîkên maran marin , çêlîkên mara bê jehir nabin , dê mezin bibin , dê bibin terorîst
 
delîlê piçûk li nav çavên wan dinêrî , û mezlûmêmê piçûk di guhê wî  de dikir piste pist , û di  got : ma em mezin nabin ?
 
di sentera polîsan de zarokan têra xwe û bavên xwe lêdan xwarin , û hindirê wan dagirtin zigreşî û kîn
min çiqasî dixwest di cîde zarok mezin bibin û bi destê xwe ,  bervaniya xwe bikin    

 
lê dibêjin di salekî de dê kongira nojdaran dê were danîn , dê li hev rûnin , û biryara xwe hildin jor li ber destê kongira gel ya netewî  , dê tê de bêjin
: şirwal ne qedexeye  û kesên li xwe dikin , ew jî nîv mirovin , dûvê wav tuneye , ne jibo dûvên xwe veşêrin şirwal û şalên fireh li xwe dikin
 

 
lê mîdo  jina gundîkîye  , hîn hersal avise , û zigê wê her sal mezine û ji berî zaroka wê werê ew , şalekî û şirwalekî  didê radan
îsal kêfa wê tê dibêje xwede bila cêwîbe

hîn û hîn lingê mandiyo di darê lêdanê de ye
û hîn û hîn
hogir li ser lingekî rawesiyaye
û hîn û hîn
leşker wan çar zarokan didin dest hev , bi goştê wan yê nazik fitbolê dileyizin lê û lê û lê û  hîn û hîn û hîn kes na bêje sedema van tiştan çiye ? û hîn biryara       çareseriyê  nehatiye standin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...