Xedam: Di nêzîk de li Sûriyeyê serhildan e

Cîgirê berê yê serokê Sûriyeyê Ebdulhelîm Xedam ragihand: Di van nêzîkan de serokê Suriyeyê Beşar Esad dê rû bi rû serhildaneke cemawerî bibe, çawa ku di sala 1989an de dîktatorê Romanyayê Çawuşesko hat wergerandin.
Xedam di çarçoveya beşdarîkirinê di civînên muxalefeta Sûriyeyê ya li
Brukselê amaje bi wê yekê kir, xirabiya rewşa aborî û belavbûna
gendeliya îdarî û darayî di dam û dezgehên hikûmeta Suriyeyê de weha kir
ku rewşa niha ya Suriyeyê wek ya Romanyayê a berî ku serhildan tê de
dirust bibe.
Xedam ducar kir ku di nav Partiya Baas ya Suriyeyê de çendîn kesên reformxwaz hene ku amade ne beşdariyê di guherîna hikûmetê de bikin. Her weha Xedam amaje bi wê yekê jî kir ku di van nêzîkan de hikûmeta Suriyeyê bêyî ku xwîn bê rijandin dê wergere. 

netkurd.net

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Subhî Deqorî

Zimanê kurdî ne tenê dengên ku di qirikê de çêdibin e,

ne jî komek azînên ku di pirtûkan de têne hînkirin e.

Ew tiştek mîna siya dirêj a bîrdankê ye;

bîrdank ku ne di dibistanên dewletê de çêdibe,

lê di zevî û xaniyên teng de, li…

Konê Reş

Wek ku diyar e Kurdistan bi erdnîgaeriya xwe, cil û bergên welatiyên xwe û zimanê xelkên xwe di nav xelkên cîhanê de tê naskirin.. Neyarên wê jî, ev yek naskirine û bi rêk û pêk şerê zimanê Kurdî kirine û dikin.. Di vî pêvajoyê de, ji şopandina min ji kovara…

Fewaz Ebdê

Di pêvajoya dîroka romanê de, her jin babeta berfereh û giring bû.. ji babeteke çîrokî /vebêjî sade hilkişiya ta ku bû kesatiyeke xwecihgirtî, zana û weha jî bû zîlana wutara romanê.. lê di civakên xweparêz /klasîk de, ne bi wê hesaniyê ye ta ku ev veguhêz pêk tê! Di civakên…

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…