AHENG Bû

Merwan Berekat

Dilrevînê !
Aheng bû..
 şîngina piyalan
            lêv berkenî dikirin
Şahî û semayê
sîngên xulmaş

hişyar dikirin.
Nêrgiz û qurenefîlan
di gewriya guldanan de
xweşbîn diyarî dêmên fedok dikirin.
Ji kurpista evîndaran
şev sermest dilolijî
û têlên tembûrê
awaz ji wan direvandin.
Gerdenên morîkan
bişkovkên kenok maç dikirin
berên sîngê kirîstalî
miltanê gulgulî serxweş dikirin.
Nêrînên min..
wek berveroya yekmehî
li gor liv û tevgerên bejna nazik
berê nimêja xwe diguhêrîn.
Dilrevînê…!
Ji silavdanê
û ta te xatir xwest
bejna wek gêzbelokan
di şovên nêrînên min de zîl dida.
Carina..
di reşika çavê  çepê de radigerîm
carina jî..
di gewrikiya yê rastê de
rengên ramûsanan dikenîn.
Pir bûn çeleng
tenê…
min ayetên bedewiya te dixwendin
û pinpinîkên hestên min
di bihuşta nazdariya te de
bi dînokî sema dikirin.
Bi awireke ferişteyî
û lêvgezkirineke têrevîn
                    te xatir ji min xwest.
Nêrîn sêwî man
lê…..
perperîkên hest û rewanê min
di çav û paşela te de
                           xwe ji bîr kirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…