Banga Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

Îro, 23 sal di ser koçkirina helbestvanê kurd Mele Ehmedê Palo (1920-1991) re derbas dibin, yê ku jiyana xwe ji bo çand, wêje û zimanê gelê xwe yê kurd terxan kiribû. Wî li dûv xwe komek ji dîwanên helbest û lêkolînên di derbarê ziman de hiştine, li cihê mixabiniyê ye, ku ta ana gelek ji wan pirtûk û lêkolînan nehatine çap kirin, belê li bende wî aliyê hane ew ê ku çapkirina wan bigre ser milê xwe.
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ya ku xelata Mele Palo ragihandiye, bang li dam û dezgehên Kurdistanî dike, daku afirandinên nivîskarê me bigrin ser milê xwe, ji xwe rêjîmên nijadperest û diktator qedexe dikirin, ku bi zimanê dayika xwe binivîse û ji ber wê nikarîbû pirtûkên xwe çap bike, û hemû reşbelek li bende me ji bo çapkirinê li dûv xwe hiştin, tenê hindik ji wan hatine çap kirin.
Bi vê bihaneyê, komîta xelata Mele Palo ya ji bo afirandinê, wê di nêzîktirîn wext de, roj û cihê xelatkirina helbestvan Hadî Behlewî yê qambilind û xebatkar destnîşan bike.
Sermedî boyî giyanê wêjevanê me yê kurd Mele Ehmedê Palo.
09/05/2014
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...