Qeraş

Xelîl kalo

Bila mirov çeleng û başe be .û ne mirovekî geraş be, aşê xelkê bi gerêne û bi nanezikê rêncber be, hingî çi dibe bere bibe “Mirin û sed carî mirin”  .  ne pîşe,  lê ew sexlet û ev pend di keleporê gelêrî de wateya mirovekî ne wêrek û qels dide nîşandan û ne karê rojên giran û bi hasbe , bêkêr û bê xîrete di rojên saloxdanê de û ti kar pê nabin , ev rewşdan bi taybet di rewişt û tîtalên heyama berberê û sîstema eşîretiyê de di hate bi karanîn .
lê heme ti cawazî di saxletên mirovên roja îro û berê de nînin di şert û mercên weke hev û beramber de , mirovê baş her başe û xwedî insiyatîfe û xîretêye , comerde û destê danêye .lê hêjaye gotinêye ku karê qeraşiyî ne kirêt û nizme û cihê rêzêye di çarçove xwede  .

Mebesta me ji vê gotina jorîn ew bû , ku mirov di rojên taybet  û giran de merd be , comerd û bê texsîr be . nemaze di nîr û demên  aloz û ne normal de,  weke vê rewş û pêvajoya ku niha kurd tê de dijîn ya berçav di asoyê de , pêwist bû ku hemû derfetên di destan de û hêzên ser erdê, çi partî ,rewşenbîr, pêkhatiyên civakê yên cûrbecûr û mirovên xwe kurd perwer bibîne û xwe berpirsyar di ber doza netewa kurd de, bê texapaşî û bê rawestan bikar anîbane li gorî şert û mercên naçeyên kurdan ,û bi lep û neynûkan xaka  xwe zemtkiribane û çokên xwe berdabane erdê û ber penaberiyê ve  belav ne bûbane  .ji ber derfetên wusa  her carî bi dest kurdan na kevin, dîse jî bere em zanibin ku rewş û qûnax  hew berepaş ve di zivire û wê qûnax ber bipêşve biçe.

Hîna gelek ji hêzên ku xwe dergevan û bergirvanên netwî bi nav dikirin û li ser tevgera gelê kurd têne jimartin , ew hîna derveyî meydana parastina xak û civaka gelê kurdin ,tenê bi gotinan û şorên bê wate , bê xebat û berhemin li ser astê avakirina hêz û peydakirina derfet û destekên berxwedanê , ew berxwedan çi cûre be bere be, lê ew xîretî û camêrî ta roja îro ji wan çênebûye û ber deriyê xelkê qeraşiyî xwe berdewam dikin û li ber dengê çeqçeqonka aşê wan di leyizin , beramberî çend qurûşan, anku weke parseke li ber derîyê xelkê di gerin û zêrevanin bi navên ne rewa  û ne rasteqîne weke alîkarê şoreşa sûrî bê şoreşgerî ,yan ji paldayîne weke tirlên bexdayê li hewlêr û istanbolê û deverên din , jiyana xwe derbasdikin ser xwîn û belengazî û xizaniya kurdên hundir.

24.4.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...