Cemal Sedûn hijêkerên xwe xembar kirin

M.Emîn Sedûn

Hunermend Cemal Sedûn di roja 1/6/1958 an de, li bajarê Dêrika Hemko çavên xwe vekirye û hatiye li ser rûyê dunyayê. di zarokatiya xwe de tevlî karê hunerî bûye û bi saz û awazên hunerî yên kurdî firşik û mezin bûye.
 Cemal Sedûn  jîn û jiyana xwe terxankir bû, ji bo huner û stirana kurdî a folkulorî  û netewî,  di wê pêvajoya dûvdirêj de pir derd û êş kêşand, û toşî gelek astengî û aloziyan jî hat, lê tevî giraniya barê wan derd û êşan, ew ji ya xwe nehat xwar û ji Hespê hunera kurdî peya nebû, û ji bîr û ramanên xwe yên pêbawer dûr neket, xwe ragirt û li ber xwe da,

ma berdewam li ser xebata xwe ya hunerî, û bi mêranî û serfirazî nama hunerî a pîroz bicih kir û di hêlînên hêviyan de ew xwedî kir, û di dilê keç û xortên kurdan de ew kedî û mezin kir.
 Cemal Sedûn yek ji wan hunermendên kurd yên bi nav û deng bû, ku nameya huner û stirana kurdî a resen bilin hilgirt, bi nerxek buha di himbêza xwe de wergirt, di dîroka xwe ya hunerî de, ya ku bêhtirî çil salan vedikêşe, ev nama mirovatî ber bi aso û astin bilindtir veda , ji ber bawer bû û têdigiha, ku ev name yek ji nameyên bingihîn û serekîye di avakirina şaristaniyê de û bi çi rengî nayê başiqekirin ji çand û jiyana civaka mirovatiyê. ew bîr û boçûn pêre niman û giha wê baweriyê ku bi rêya wê pêgihiştin û têgihiştinê mirov dikare kêşeyên mirovan, û derd û êşên wan der bike,û her wiha hêvî û omîdên wan ber bi paşerojeke geş ve bibe .
Bi rastî, Cemal Sedûn bîranîna xelkên Dêriyê bû, sebet û gencîneke zîrîn bû, ji stiran û folkulorê kurdî yê resen re, ew yek ji sê hunermenda bû, piştî xalê xwe hunermendê xwedêjêrazî Ebdoyê Elanê û hunermend Îsivê Elî Xira, ku saz û amîrên mozîkê yên bi têlan tên lêdan wek Çimbiş û Temborê li bajarê Dêrikê û dor û berên wê bikaranîye. li Dêrikê bi dengê xwe yê xweş û zelal şahî û helkeftên civakî û netewî dixemilandin, bi canê xwe yê sivik, bi dilê xwe yê gerim , bi hêrsê  xwe yê gur şiya cihekê xwe yê xuya di nava dil û canê miletê xwe de bigire û karî  hijêkeran ji xwe bibîne û gelek zarvekeran li dûr xwe jî bihêle. îro bi koçbarkirina wî re gelê kurdistanê bi giştî û xelkên Dêrikê bi taybetî xemgîn û melûl dimînin.
 Cemal Sedûn mirovekî merd, mêr û canfîda bû, çavên wî ticaraî nedişikest û ji mirin û girtinê neditirsa, tişta pêbawer û dihişê wî de digera dikir û li benda encaman nedima , ji ber wan nêrîn û helwêstên xwe yên wêrane pir caran li ser destên dezgehên ewlekariyê yên rêjîma Ba`asa şovîn û regezprest rastî girtin, lêdan û eşkenceyên xirab dihat û gelek caran gefên tilîperçiqandin, zimanjêkirin û kuştinê lêhatin xwarin û qûtê zarokên wî jî birîn, tevî wan gef û guvşên dijwar û kedxwar ewî serê xwe ne tewand,  dilsarî, sistî û xavîyê cihên xwe di dilê wê yê gur û gerim de negirt, û çi dema bablîsok û bahozên siyasetên şovîn û regezperist yên rêjîma Ba`asa faşist radibûn, ewan bablîsok û bahozan di nava tarî û gerîneka xwe de, ew tavêtin kolanên welatên biyaniyê, lê hê germa wan bablîsok û bahozan sar nebûyî, ewî Çimbişa xeman dida milê xwe û berê xwe dida Dêrika hêviyan , ew Dêrika ku cihê xwe di kûrahiya kovanên dilê wî de girtibû. Bi rastî ew evîndar û aşiqê Dêrikê bû , ka çiqasî xelkên Dêrikê ji wî hezdikir û li ber dengê wî bendehoş, mest û dilgeş dibûn , ewqasî ew jî wefadar û dildarê wê bû , ji Dêrikê û ji xelkên wê hes dikir,her wextî digot : Dêrik ave û ez Masî me, bi çemê Dicle û Eydîwerê re dilorand, bi kaniya Eskerî û xeyda re distirand ,û di şahî, aheng û newrozên Dêrikê de dilîland.
 Cemal Sedûn şahî û dawetên Dêrikê dikirin xwepêşandan û ahengên netewî û şoreşgerî. bê dudilî mirov dikare bêje, Cemal Sedûn yek ji wan mirovên zana û çeleng bû, ku tovê têkoşîn û şoreşê di wan rojên reş û tarî de di civaka kurdî de belav dikir , her weha yek ji hunermendên navdare ku stiran li ser pêşewa , rêber, serhildan û şoreşên kurdî distirand û bi tayetî li ser Barzaniyê nemir, partiya Demoqrata kurdistanê û serok Mesûd Barzanî û pêşmergên kurdistanê. îro çûna wî ya zû û nexasim di vê dema nazik û hestyar de, ne tenê ziyaneke ji malbat, kes û karên wî re, lê belê zerereke mezine  ji huner û stirana kurdî re û her weha ji kêşa netewî ya gelê kurd re.
 çiqasî em bêjin emê nikaribin ked û xebata çil salî di gotinek wisa de diyar bikin.

Cemal Sedûn bi laşê xwe ji nav me bar kir, lê wê bi dengê xwe yê xweş û resen bimîne sax, û şûn û şopa wî, wê di dilê hijêker û zarvekerên wî de bijî .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…