Ziman

Zimanê kurdî

Narîn Metînî

Zimanê kurdî ji girûpa zimanê Îraniye ya ku ‏‏şaxeke ji zimanê Hindoropîye , çimkî lêkolînevanan dane xuyanî li ser binyad û kevnariya zimanê kurdî û taybetmendiyên wê ji rêzman û zaravê kurdî û latên qehfikî derxistin ji mozexana Birîtanî û lêkolînevanan bi cîkirin ku ev belge û keval bi zimanê kurdî û Mismarî Çîroka Nebî Nûh û lorana wî nivîsandiye

û gelek makderan gotin : nivîskarê van kevala navê wî Birasoze û ewe kesê ji binceqa Nebî Nûhe .
Belê zimanê kurdî taybetiye Elfe bêya wî hebû lê ew talanên li dû hev hatin li ser Kurdistanê hemi tor û çandên kurdan şewitandin û sûpahên Misilmanan  êrîşî Nimêjgihên Zeredeştiyan kirin û belavkirina Zendevîsta qedexekirin ya ku ola kevnarabû ji kurdanre .
Her wiha Pîr Şalyar ristên bi navê Pend li dû xwe hiştin .
Nivîsandiye bi Elfe bêya kevn ango bi zimanê kurdiya zelal û xurû xweşik û ta vê demê xwendevanên me jê razîne .
Bi vî rengî zimanê kurdî ji gelek zaravan bi heketiye
1-  zaravê kurmancî :
A-Kurmanciya bakur: Behdînî – Botafî – Hikarî – Bayzîdî  kurdên Kurdistan bi kartînin Kurdistana Îraq : Dihok – Mûsil.
Kurdistana Îran : bakurî ormiye .
Kurdistana Turkiye :  ji bilî Dêrsimê .
Hemû kurdên li Kurdistana Sûrî .
B- Kurmanciya başûr :  Mikri – Soranî – Sefaî – Erdelanî :
Xelkên Kurdistan bi kartînin li Kurdistana Îraqê mina Hewlêr – Kerkûk –  Silêmanî ,  û Kurdistana Îranê ji Rawendozê ta Ormiya .
2 – Zaravê Zazî :  xelkên Dêrsimê li Kurdistana Tirkiye bi kartînin .
3- Zaravê Goranî : Bacilanî – Kakayî – Zengî- Horanî û ev zarav bi kartên li Kurdistana Îranê .
4- Zaravê Lorî :Bextyarî – Kiye – Fîlî – Kelhorî – Mamesanî  û ev zarav bi kartên li
Kurdistana Îranê .
Wiha tevî pirbûna zaravên Kurdî lê pir hêsane ku kurdê li bakur li hevhatin û ravêjkirina kurdê li başûr bike çimkî bingeha rêzman û bêjeyên wan yeke û ew herdû zaravên bigehînin hemû gelê kurd pê di axivin .
Zimanê kurdî tê bi karanîn ji Elfê Bêya latînî ya ku Mîr Celadet Bedirxan 1870-1951 di kovara Hewar belavkir sala 1932 .
Belê zimanê kurdî zimanekî zelal û nerm û berferihe pêwiste û girane ku gelê kurd fêrî zimanê xwe bibe .

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…