bikaranîna dengê ê

Subhi Ahmad

Dem hatiye ku em li ser mijarên nazik (hesas) bisekinin ji ber ku ew di zimanê kurdî de gelekî pêwîst û giringin.

Dengê (ê) wek dengekî yan jî wek peyvekê heşt bikaranînên xwe hene ji ber vê yekê em dikarin bêjin zimanê kurdî zimanê dengdêran e, zimanekî pir nazik e û (hesas e) ji ber vê jî mijarên pir nazik di nav de hene,em ê ewayên bikaranîna dengê (ê) bi awayên cuda şrovebikin.
1-   Dengê (ê) mîna tîpeke ji tîpên zimanê kurdî ye û
Ew jî  tîpeke dengdêr e. Tîpa deng dirêj jê re dibêjin.
Wk:  ( a – e – ê – i – î – o – u – û – ).
2-   Dengê (ê) wek zayenda(veqetandeka) nêr ji bo navên nêrza tê bikaranîn û bi dawiya navan ve dibe. Ev yek ji bo malaniyê bide xwiyakirin. Ew jî wek (artîklekê)bi zimanê inglîzî tê xwiyanîkirin.
Wek:
Kurê min
         Hespê kumêt çû çêriyê.
Destê wî şewitî.
Deriyê xaniyê te mezin e.
Birayê te gelekî baş e.
Dilê wî pir nazik e
………………………………..
3-   Dengê (ê) wek nîşanekirina navên mêza tê
bikaranîn û kurtasiya rengdêrên nîşandan wek (vê – wê)dide xwiyakirin.
Wek:
Vê keçê av vexwar.
Wê keçê stran got
Keçê av vexwar.
Keçê stran got
Wê darê pel da.
Darê pel da.
Gulê ava şor vexwar.
Vê gulê ji xwe re bibe.
Pisîkê deh çêlîk anîn.
Ez her roj Gulê dibînim.
Ew dibîstanê nasdikin.
Min ji Zîlanê re got.

4-   Dengê (ê) weke lêkera dema bê (pêşerojê) tê bikaranîn. Dema ev lêker di nav hevokê de hebe û li pêşiya lêkerê be, mirov dizane ku ew hevok dema pêşerojê dide  xwiyakirin. Ew jî ji lêkera (dên –  û di dawiyê de  ê) hatiye nîşankirin.
5-
Wek:
Ez ê biçim bajêr.
Tu yê kengî bersiva min bidî.
Ew ê zimanê xwe yê dayîkî bixwîne.
Em ê mafê xwe bistînin.
Hûn ê rojên xweş bibînin.
Ew ê koletiyê ne pejirînin.
6-   Dengê (ê) wek nîşana (wî – wê) ji bo kesan û
tiştan tê bikaranîn.
Wek:
Min li (wî, wê) pirsî.
Min  pirsî.
Te ji (wî, wê) re got.
Te  re got.
Ez bi (wî, wê) mijûlbûm.
Ez  mijûlbûm.
Em di (wî, wê) tiştê gihiştin.
Em  gihiştin.

7-   Dengê (ê) wek bernavekî malanî  tê bikaranîn û
Cihê bernavê (milkî) digir e.
Wek:
Kurê min baş e, lê yê te çawe ye ?
Karê min û te hêsan e, lê yê wî pir zehmet e.
xaniyê min mezin e, lê  wî çawe ye.
Beranê min qer e, ma  wî bi çi rengî ye.
……………………………………………………….

8-   Dengê (ê) wek gihanek tê bikaranîn  peyvan an jî
hevokan bi hev ve girê dide.
Wek:
Birayê min ê delal çû serê çiyê.
Destê min ê rastê têş e.
Hespê me yê rehwal windabû.
Min destê xwe ji wî şûçt ê ku dereng hat ba we.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…