Ziman

bikaranîna dengê ê

Subhi Ahmad

Dem hatiye ku em li ser mijarên nazik (hesas) bisekinin ji ber ku ew di zimanê kurdî de gelekî pêwîst û giringin.

Dengê (ê) wek dengekî yan jî wek peyvekê heşt bikaranînên xwe hene ji ber vê yekê em dikarin bêjin zimanê kurdî zimanê dengdêran e, zimanekî pir nazik e û (hesas e) ji ber vê jî mijarên pir nazik di nav de hene,em ê ewayên bikaranîna dengê (ê) bi awayên cuda şrovebikin.
1-   Dengê (ê) mîna tîpeke ji tîpên zimanê kurdî ye û
Ew jî  tîpeke dengdêr e. Tîpa deng dirêj jê re dibêjin.
Wk:  ( a – e – ê – i – î – o – u – û – ).
2-   Dengê (ê) wek zayenda(veqetandeka) nêr ji bo navên nêrza tê bikaranîn û bi dawiya navan ve dibe. Ev yek ji bo malaniyê bide xwiyakirin. Ew jî wek (artîklekê)bi zimanê inglîzî tê xwiyanîkirin.
Wek:
Kurê min
         Hespê kumêt çû çêriyê.
Destê wî şewitî.
Deriyê xaniyê te mezin e.
Birayê te gelekî baş e.
Dilê wî pir nazik e
………………………………..
3-   Dengê (ê) wek nîşanekirina navên mêza tê
bikaranîn û kurtasiya rengdêrên nîşandan wek (vê – wê)dide xwiyakirin.
Wek:
Vê keçê av vexwar.
Wê keçê stran got
Keçê av vexwar.
Keçê stran got
Wê darê pel da.
Darê pel da.
Gulê ava şor vexwar.
Vê gulê ji xwe re bibe.
Pisîkê deh çêlîk anîn.
Ez her roj Gulê dibînim.
Ew dibîstanê nasdikin.
Min ji Zîlanê re got.

4-   Dengê (ê) weke lêkera dema bê (pêşerojê) tê bikaranîn. Dema ev lêker di nav hevokê de hebe û li pêşiya lêkerê be, mirov dizane ku ew hevok dema pêşerojê dide  xwiyakirin. Ew jî ji lêkera (dên – dê û di dawiyê de  ê) hatiye nîşankirin.
5-
Wek:
Ez ê biçim bajêr.
Tu yê kengî bersiva min bidî.
Ew ê zimanê xwe yê dayîkî bixwîne.
Em ê mafê xwe bistînin.
Hûn ê rojên xweş bibînin.
Ew ê koletiyê ne pejirînin.
6-   Dengê (ê) wek nîşana (wî – wê) ji bo kesan û
tiştan tê bikaranîn.
Wek:
Min li (wî, wê) pirsî.
Min lê pirsî.
Te ji (wî, wê) re got.
Te jê re got.
Ez bi (wî, wê) mijûlbûm.
Ez pê mijûlbûm.
Em di (wî, wê) tiştê gihiştin.
Em tê gihiştin.

7-   Dengê (ê) wek bernavekî malanî  tê bikaranîn û
Cihê bernavê (milkî) digir e.
Wek:
Kurê min baş e, lê yê te çawe ye ?
Karê min û te hêsan e, lê yê wî pir zehmet e.
xaniyê min mezin e, lê yê wî çawe ye.
Beranê min qer e, ma yê wî bi çi rengî ye.
……………………………………………………….

8-   Dengê (ê) wek gihanek tê bikaranîn  peyvan an jî
hevokan bi hev ve girê dide.
Wek:
Birayê min ê delal çû serê çiyê.
Destê min ê rastê têş e.
Hespê me yê rehwal windabû.
Min destê xwe ji wî şûçt ê ku dereng hat ba we.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…