Hejmareke nû ji kovara Dîwar ya wêjeyî ku li Elmanyayê weşana xwe dike gihişt ber destên xwendevanên xwe.Di vê hejmarê de mijara sereke “şano û wêje”ye. Bi taybetî nivîsandina deqên şanogeriyê ku di wêjeya kurdî de kêm têne dîtin. Li ser vê mijarê Kawa şêxê bi sernavê ” şanoya kurdî li Rojava” nirxandineke bi mînak û bi awayekî şîroveyî li ser rewşa şanoyê li rojavayê Kurdistanê radiweste û dîmenekî zelal ji xwendevanan re pêşkêş dike.
Hevpeyvîna vê hejmarê bi serokê nû yê komeleya nivîskarên Kurd li Amedê Mehmet Yilmaz re ye. Yilmaz balê dikşîne ser rola giring ya nivîskarên kurd di warê hişyarkirinê de “Em dê bi pênûsa xwe ji bo Rojava hişyariyê bikin”. Di beşê çîrokê de, Luqman Silêman bi çîroka “kerê bavê Hisên”, Fahrî Ayhan bi çîroka “Evîna qurmiçî” û Salar Elo bi çîroka ” Jinek bê rewan” cih girtine.
Di beşê wergerê de Besam Mistefa li ser jînanîgariya nivîskarê rûsî Yevgînî Zamyatîn lêkolîneke kurt ji ingilîzî wergerandiye kurdî.
Portreya vê hejmarê ya helbestvan û nivîskara kurd Fatma Savci ye.
Hêjayî gotinêye ku ev çend hejmarên dawiyê yên kovarê, ji ber pirsgirêkên cuda, yên belavkirinê jî di nav de, dereng derdikevin. Heta vê gavê jî daneyên kovarê, hejmar 7/8, yên ku divabû ji Başûr, ji Duhokê ji bo Rojava bêne şandin, li Duhokê li paş deriyên sînor yê girtî hatine sekinandin û rê ya derbaskirina Rojava ji bo kovarê nehatiye peydakirin.

Şîrove (0)