Hejmareke nû 9/10 ji kovara Dîwar derket

 Hejmareke nû ji kovara Dîwar ya wêjeyî ku li Elmanyayê weşana xwe dike gihişt ber destên xwendevanên xwe.
Di vê hejmarê de mijara sereke “şano û wêje”ye. Bi taybetî nivîsandina deqên şanogeriyê ku di wêjeya kurdî de kêm têne dîtin. Li ser vê mijarê Kawa şêxê bi sernavê ” şanoya kurdî li Rojava” nirxandineke bi mînak û bi awayekî şîroveyî li ser rewşa şanoyê li rojavayê Kurdistanê radiweste û dîmenekî zelal ji xwendevanan re pêşkêş dike.
Wisa şanoger Kerîmo Jan Kerîmo rastiyeke bi vê dîtinê piştrasr dike” Li Rojava gel bi serbikeve wê şano jî bi awayekî xurt serbikeve” û di vê derbarê de bersiva pirsên Dîwar yên girêdayî têkiliya şano û wêjeyê, dide. Li ser rewşa şanoya kurdî li rojhilatê Kurdistanê û Îranê nivîskar Mihemed Elî Destmalî li ser “Pirsgirêkên hunermendên şanoger li Kurdistana Îranê” nivîsandiye. Ji bakurê Kurdistanê şanonivîs, lîstikvan û derhêner Mîrza Metîn, ku yek ji avakarên Destar Theatre û Şermola Performans e û li Stenbolê xebata xwe didomîne, di bin sernavê ” Exlaqê her baş afirandin e” hin aliyên rewşa şanoya kurdî li Bakurê Kurdistanê û li Turkiyê li ber çavan radixîne. Di beşê nirxandinên rexneyî de Mehmûd Badilî li ser romana Mehmed Uzun Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê” nivîsandiye. Idrîs Hisso li ser vejandina ziman nivîsandiye û Omer Dilsoz bi sernavê “Li ser çiya masiyekî tî” nirxandinek li ser romana “Gava ku masî tî dibin” ya Helîm Yûsiv, nivîsandiye. Herwisa Cîhan Roj li ser konferansa nivîskaran ya Izmîrê gotareke bi nirx nivîsandiye.
Hevpeyvîna vê hejmarê bi serokê nû yê komeleya nivîskarên Kurd li Amedê Mehmet Yilmaz re ye. Yilmaz balê dikşîne ser rola giring ya nivîskarên kurd di warê hişyarkirinê de “Em dê bi pênûsa xwe ji bo Rojava hişyariyê bikin”. Di beşê çîrokê de, Luqman Silêman bi çîroka “kerê bavê Hisên”, Fahrî Ayhan bi çîroka “Evîna qurmiçî” û Salar Elo bi çîroka ” Jinek bê rewan” cih girtine.
Di beşê wergerê de Besam Mistefa li ser jînanîgariya nivîskarê rûsî Yevgînî Zamyatîn lêkolîneke kurt ji ingilîzî wergerandiye kurdî.
Portreya vê hejmarê ya helbestvan û nivîskara kurd Fatma Savci ye.
Hêjayî gotinêye ku ev çend hejmarên dawiyê yên kovarê, ji ber pirsgirêkên cuda, yên belavkirinê jî di nav de, dereng derdikevin. Heta vê gavê jî daneyên kovarê, hejmar 7/8, yên ku divabû ji Başûr, ji Duhokê ji bo Rojava bêne şandin, li Duhokê li paş deriyên sînor yê girtî hatine sekinandin û rê ya derbaskirina Rojava ji bo kovarê nehatiye peydakirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Helbest: Hoşeng Osê
Werger: Alan Hemo

Memikên wê mishef û perestgeha min e,
Û destên min î dîn ku jê bêhêvî me, tim bisûndin di nîvê şevê de
Bêxilafe ji soza xwe û şan li ser memikê, bigef û tolaz e.
Ez im ê dema dibûre û bê rabûrîn
Fermana qederê lê tine, û bê ferman e.
Min tine mal ku bayê…

Mahîn Şêxanî

Û ez tenê me , ez tenê me.
Dema ku min bi tenê şer kir
Yekbûna dawî ya giyanê
Gava ku tu nikarî nêzîk bibe
Û ne tu dûr bikeve.
Û tu nikarî ji bîrbikî
Û tu nikarî wêdetir biçe
Bi xêr hatî navîna mirinê
Ku tu hêz û qeweta te têde tune. ”
Îro piştî ewqas dirêj bezê ez bi nermî dimeşim
Ji…

EBDILBAQȊ ELȊ

Sȗriya di dirêjiya dîrokê de, li ser qelșên zemînhejên polîtîkî ye, ȗ pilaktên wê yên civakî yên livîner ji mêj ve li ser wan hatine avakirin, her çend salan rastî hejandin ȗ guhertina desthilatê dihat. lê rejîma șovenist ȗ dijî mirov ya malbata Esed ku bi agir, hesin, girtîgeh, ȗ…

Ezîz Xemcivîn

Hestên Şewitî dîwana helbestvanê çalak kak Baran Heso ye.

Wêneyê bergê kevala Ehmed Heso ye…

Dîwan li weşanxaneya Ar li Istanbulê hatiye çapkirin.

Di nav pêlawazên hestên nazik û dilsozane de bi tîpên hezkirinê helbest hatine nivîsandin.

Baran Heso bi ferhengeka têr peyv sawîrên…