
Konê Reş
Lê xincera ku di dilê welatê min de hatiye xerizandin, wê rêkê nade ku ez bi têr û tesel, his û hestê xwe, wek ku pêdiviye bo te bînim ziman..
Darbestên xortên ciwan û bêrî di mizgefta Qasimo de, li pêş hiş û ramanên min, derbarî te, dibin sikir û çeper..
Erê Esmerê! Her sibe û êvar govend û dîlana ku li ber dergehê Camiya Qasimo digere, hiş û sewdan di serê min de nahêle.. Jenên dilê min zêde dibe.. Kezeb dişewite.. Rondik wek tavên biharî ji çavên min têne xwarê û êdî nema tiştekî li dor xwe dibînim.. Jibîr dikim ku tu li kêleka min î..!
Erê Esmerê! Xwe jibîr dikim, te jibîr dikim û nikarim bi te re bigurinjim, bikenim û xweş biaxifim.. Wiha, ez te jî bi xwe re xemgîn dikim.. Vêca, gelek caran, ji neçarî ji te direvim.. Bi çol û beyaran de diterqim, da ku te bi xwe re xemgîn nekim..
Erê Esmerê, doh em bi hev re li ser gora seydayê Cegerxwîn bûn, keç û xortên me gul, kulîlk û çîçek li ser gora wî datanîn û li dor dizîvirîn.. Her yekî/ yekê ji wan, ji Xwedê hêvî û lave dikir ku miradê wî/ wê, meqseda wî/ wê, bi serî bibe.. Min jî bo te ji Yezdanê şev û rojê hêvî kir ku miradê te wek ku tu dixwazî bi serî bibe..
23.10.2013







Şîrove (0)