Di van rojên dawî de ev pirtûka nû (Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan) a nivîskar Konê Reş ketiye ber destê xwendevanên zimanê kurdî de. Ev pirtûk li tirkiyê ji rex weşanxaneya Azad ve hatiye çap kirin û bi pêşgotinek bedew a nivîskara kurd Eslîxan Yildirim ve hatiye xemilandin. Pirtûk ji 220 rûpelên orte ve pêk tê.
Fermo beşekî ji pêşgotina Eslîxan Xanim û beşekî ji pêşgotina Konê Reş bixwînin:
(Carna min nivîsê Konê Reş di ser înternetê re di malpera de dixwend. Nivîsê wî pir zelal û bi fikirandina Kurdî hatibûn nivîsandin. Ev ji min re pir muhîm bû, ji ber ku gelek ji me Kurdê li aliyê Tirkî dijî û bi Kurdî dinivîse em dinerin em bi Tirkî fikirîne û me di serê xwe de vergerandiye Kurdî. Loma pir xelitî û kêmaniyê nivîsê me hene û ta’ma Kurdîya me kêm e. Îca dema ez nivîsê yê wek Konê Reş dixwînim, dilê min rehet dibe û hêviyê min ji bo Kurdî zêdetir dibe.
Mijara kitêbê jî Cizîra Botan û Malbata Bedirxaniyan e ku Konê Reş ji zû ve bi vê mijarê mijûl e û danhevek bedew ketiye ser hev. Di van salê dawî de xebatê pir hêja di derbarê Mîrekiya Botan û mîrê wan de hatin kirin, belgefilm hatin amadekirin, kitêb hatin nivîsandin; lê hîn jî gelek mijar hene ku hewce ye mirov li ser bisekine. Ji aliyê din ve ev xebatê ku tên kirin gerek li nav xelkê bên belakirin û cihê xwe bibîne. Ev kitêb jî dilopek ji van xebata ye. Konê Reş zanînê xwe bi hestê xwe jî rapêçaye, loma ev ne lêkolînek rijî ye. Vegotina Konê Reş ji dil diherike û piraniya gel himbêz dike. Loma ez bi hêvî me ku ev xebat wê bi baldarî bê xwendin û wê jê sûd bê wergirtin..).
Eslîxan Yildirim
Gerînendeya Weşanxaneya Azad
(Ez ne bawer im ku ti malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî, ji dil û can kar, xebat û bizav di ber gelê Kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin. Mîr Bedirxanê ku di sala 1842’yan de, di herêma Botan de mîrnişiyek ava kir, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê ‘Peymana Pîroz’ de Kurd li dor xwe civandin. Ji aliyekî ve jî belav kir û got: “Dîn dîne Xwedê ye, em tev birayên hev in.” Û wiha biyaniyan di pesnê wî de gotin: “Bedirxan edalet e û edalet Bedirxan e.”
Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847’an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, wan qet welatê xwe Botan, warê bav û kalên xwe jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirguniyê de, di bin şert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêşeya gelê Kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di warê civakî û rewşenbîriyê de û çi di warê siyasî de û wiha tev di sirguniyê de, dûrî xaka Cizîra Botan mirin.
Her û her daxwaza wan, pêşxistina gelê Kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû.. Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weşandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê Kurd re hatin avakirin.
Piştî koçkirina Mîr Bedirxan a dawi di sala 1868’an de li Şamê, kurê wî Mîr Miqdad Midhet Bedirxan, li ser rê û şopa bavê xwe kir qêrîn û gazî.. Qêrîn û gaziya wî ji ya bavê wî bû. Wî di roja 22’ê Nîsana 1898’an de, yekemîn Rojnameya Kurdî li Qahîre bi navê KURDISTAN weşand û di nav rûpelên wê de gazî û qêrînî Kurdan kir û got: “Gelî Mîr û Axano! Kurmancno! Qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet li dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike…”
Neviyê Mîr Bedirxan, Mîr Celadet Ali Bedirxan jî, hêviyên bav û bapîrê xwe li erdê nehiştin, bi xwe re hilgirtin û hilanîn û di ber wan de xebitî ta roja dawî yê temenê xwe. Wî jî di roja 15.5.1932’an de hejmara pêşîn ji kovara xwe HAWAR a bi tîpên Latînî, li Şamê çapkir û di nav Kurd û biyaniyan de belav kir. Wî jî bi Hawara xwe, qêrîn û gaziya bav û bapîrê xwe gîhand Kurdan û got:
“Herçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin…”
De werin em bi hev re vê pirtûka min a bi navê “Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan”, bixwînin û pêlekê di nav xebat, kar û bar, komele, dibistan, kovar û rojnameyên ku zarok û neviyên Mîr Bedirxan, xwe di ber wan de westandine, mijûl bibin… Mijarên vê pirtûkê tev, li ser yek zîlanê dizîvirin; Bedirxaniyetî anko Kurdayetî…)
Konê Reş

Qamişlo, 11/09/2012