Qamişlo di Çend Wêneyan de

Konê Reş

Qamişlo sembola biratiya gelan e, hin bi bihewildanin wê biratiyê ser jêbikin..
Qamişlo berdewamiya xelkên (Mar Yaqûb Nisêbînî) û (Mazilevdînê nava Nisêbînê) ye, hin dixwazin wê berdewamiyê nema bikin û bi perçiqîn in..

Qamişlo, kilîta dergehê berriya Mêrdînê ye, hin bi hin kilîtên sexte li dergehên wê têne ceribandin..
Qamişlo, rezekî têr tirî ye, hin bi hin goşiyên tiriyê wê diçilmis in..

Qamişlo, mêşdanek kewarên hingivîn e, hin bi hin moz û şalûl raser dibin ..

Qamişlo darek çinarê ye, ne di çax û demên pêwîst de, pelên wê têne weşandin..

Qamişlo, kaniyek ava sar e, hin bi hin çaviyên wê têne xitimandin..

Qamişlo, wek hespek kihêl e, hin bi hin êmê wê kêm dibe..

Qamişlo, kelehek dorpêçayî ye, hin bi hin dergevanên wê pişta xwe didinê..

Jiyana xelkên ji Qamişlo derketî, ji jiyana xelkên hatî, xweştir e. Bi kêmayî yên derketî bi xan û man bûn. Yên hatî li xaniyên kirê digerin û dimînin heyirî..

Di wextekî de Qamişlo hêlîn û lûsê penaberên hejar û belangaza bû, îro ew lûs xera dibe, ew hêlîn diherife û êdî nema zanin berê xwe bidin kû, herin kû?

Qamişlo bûka Cizîrê bû, navenda danê bû, hêviya serdana gerokan bû, îro di bihabûnek zor qube de derbas dibe.. Ji feqîr û hejarên wê re xela ye, xela..

Li bajarê Qamişlo, bi dehan mal bê şîv radizên û hin bi hin malên bê şîv pirr dibin..

Êdî nema li Qamişlo, banga melayên mizgeftan û zingilên dêran wek berê bi evîndarî deng didin…

Li Qamişlo, kolana Quwetlî dergehên xwe girtiye û kolana Manok ala xemgîniyê bilind kiriye..

Her roj li goristanên bajarê Qamişlo goven û dîlana şehîdekî li dar dikeve..

Her roj, destê bi dehan ji evîndarên Qamişlo ji hev qut dibe..

Li Qamişlo, ji nebûna zilaman bi dehan komeleyên jinan têne ava kirin…

Qamişlo hêlîna hejar, belengaz û tengezarên rojava ye, terorîst bi hewildanin wê hêlînê biherifîn in..

Qamişlo Parîsa biçûk e, hin bi hewildanin wê bikin Kabol, Qendehar û Torabora biçûk..

Li bajarê min, hin bi hin malbatî, eşîrtî, êlitî û nijadperestî serê xwe bilind dike..

Hê jî rêxistinên me di diyaloga hêk ji mirîşkê ye an mirîşk ji hêkê ye, berdewam in..

Qet hay û bayê berpirsyarên me ji dîrokê û nifşên nû nîne, bîr nabin ku paşeroj ji wan re ye, ewin yên ku wan di dadgeha gel de tewanbar bikin..

Li herêma min 43 gund hin bi hin dibin bajar û 4300 gund hin bi hin dibin kavil û wêran.

Qamişlo û Rojava mîna çîroka Dîk û Ga ye, eger em li Qamişlo bigerin û pirsa wê bikin ga winda nabe..

Konê Reş
Qamişlo 25.08.2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...