Kurdino bese birakujî

Narîn Omer

Çi milet û gelê zindî hebe di her çar hêlên cîhanê de sûde û mefayê ji bûyer û guhertinên nû û lezgîn girêdidin, û hin ji mafên xwe yên binçav û blindest ji tewşî û lepên qirêj rizgar dikin, û pêşeroja xwe bero xweşî û aramîyê dişopînin, ji bilî gelê kurd.
Çima wisa li ser kurdan tête gotin?

Bi rastî çimkî kurd waneyên dîrokî li berçav nayinin û baş li ser dîroka xwe nasekinin û şaşî û neşaşiyan ji hevdû cuda nakin, û wan di pîvana rastî û nerastiyê de napîvin.
Eger kurd ne wisa ban ev bûyerên dijwar û tûj bi serê wan ne dihatin, û şerê birakujiyê zora wan nedibir, û newekheviyê û nakokîyan ew bê care nedikirin!
Tişta niha li “Amûdê” çêdibe nameyek dijware ji gelê kurd re kû ewê bimînin bê pare ji encamên buhara rojhelata navîn û ji serhildanên derdorên xwe ji ber kû ew metirsiyên bê hevsar yên kû kakila mejiyê me dixwerandin weko sawêran imza rastiyê li zengilê xwedan.
Mixabin û hezar mixabin ji kurdên me yên di  “Amûda Bavê Mihemed” de dinalnin!
Axîn û hezar feryad ji van xortên me yên dilpak û hestgerm re!
Ew xwîna wan ya zelal ya kû beyhûde rijîyayî li şeqam û kolanokan de, pêwîst bû bi ba ava jiyana bêdawî û di demarên wan de herikî ba û kulîlkên azadiyê û aştiyê di jiyana kurdan de belavkiriban, û dara pêşeroja kurdan rewa kiriban.
””””Amûdê” bang dike:
“Kurdino bese, kurdino bese
Kurdino karwan diçin, bi lez rabe û rêka wan bişopîne

da tu jî bi bigihêjî gemiya gelan û mirovan.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...