Ezmûna PYD e li Rojavayî Kurdistan

  Lewend Hisên

Di destpêka şoreşa Sûriyê, û derbasbûna çalakiyan di hêrêmên Kurdistana Sûriyê de, ku ji Bajarê Amûdê destpêkir, lê xwepêşandana yekem li peytexta Rojava bû, bajarê Qamişlo bû, di 1 Nîsana 2011, dema piştgiriya Daraa yê kir.

Wek ku diyara û naskiriye, partî û rêxistinên siyasî, beşdarî çalakiyên li dijî rêjîmê nebûn, ji bilî çend rêxistinan mîna: Şepêl, Yekîtî û Azadî.
Nakokî gihişte qûnaxa dijayetiyê di navbera Hevrêzên ciwanan û partiyên siyasî, carcaran jî ciwan û layingerên partiyan bi hevdiketin û hev birîndar dikir.
Bi derbasbûna Girêlanê PKK e, ku ji çiyayê Qendîlê berê xwe dan rojava, gelek hewildan bûn ku hêzek leşkerî Kurd bête damezrandin, lê piştî agahdarkirina damezrandina Yekîniyên Parastina Gel (YPG), Partiya Yekîtiya Demuqrat (PYD) e, xwe neda ber pêşniya û daxwazên avakirina Hêzek leşkerî hevbeş.
Ciwanên ku birêveberiya xwepêşandanan dikirin, gelek ji wan hatin girtin û kuştin, piştî ku rêjîmê hêzên xwe yî parstinî û polîsî ji hin bajarên Rojavayî Kurdistan kişandin. Helbet Ev kiriyarên han diyar bûn ku hêzên leşkerî yên PYD e dikin.
Peyvdarên PYD e, di helwestên xwe de, û di ragihandina xwede, êrîşên kur û tund li dijî wan çalakvanan dikirin, caranan, ew dikirin layingirê Erûr, Girûpên çekdar, û yan jî ew girêdidan bi Rêjîma Turkiya yê. Tuştê balkêş ku di yek agahdariyek peyivdarên PYD û dezgeha wan leşkrî de, tu çalakvan, siyasetmedar, bi gunehê peyayê Rêjîma Alasad ne hatiye girtin, yan jî kuştin.
Di van helwestan de diyare ku têkiliyek stratîcî, di navbera PYD e û Rêjîma Alasad de heye.
Pirs êdî xwe dide holê, gelo di vê ezmûnê de, wê serkirdên PYD e, lêvegerînekê ji helwestên xwe re bikin, yan na, bi taybetî ku ew dijminatiya dîrokî di navbera partiya wan sereke PKK û Rêjîma turkiyê radiweste, piştî pêşniyaza Ebdullah Ocalan di 21ê Avadara 2013, ji layekî din ve jî ragihandin di van rojan de di axive li ser lihevhatinek dîrokî di navbere PKK e û PDK- Îraq, ya ku du helwestên cuda û dijminatiyek di navbera PYD û PDK- Îraq de heye, ew jî ji ber sedemên girtina dergehên sînorî ne, ku di bin kontirola PYD de ye.
………………….

Almaniya: 4-7-2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...