Lewend HisênBi derbasbûna Girêlanê PKK e, ku ji çiyayê Qendîlê berê xwe dan rojava, gelek hewildan bûn ku hêzek leşkerî Kurd bête damezrandin, lê piştî agahdarkirina damezrandina Yekîniyên Parastina Gel (YPG), Partiya Yekîtiya Demuqrat (PYD) e, xwe neda ber pêşniya û daxwazên avakirina Hêzek leşkerî hevbeş.
Ciwanên ku birêveberiya xwepêşandanan dikirin, gelek ji wan hatin girtin û kuştin, piştî ku rêjîmê hêzên xwe yî parstinî û polîsî ji hin bajarên Rojavayî Kurdistan kişandin. Helbet Ev kiriyarên han diyar bûn ku hêzên leşkerî yên PYD e dikin.
Peyvdarên PYD e, di helwestên xwe de, û di ragihandina xwede, êrîşên kur û tund li dijî wan çalakvanan dikirin, caranan, ew dikirin layingirê Erûr, Girûpên çekdar, û yan jî ew girêdidan bi Rêjîma Turkiya yê. Tuştê balkêş ku di yek agahdariyek peyivdarên PYD û dezgeha wan leşkrî de, tu çalakvan, siyasetmedar, bi gunehê peyayê Rêjîma Alasad ne hatiye girtin, yan jî kuştin.
Di van helwestan de diyare ku têkiliyek stratîcî, di navbera PYD e û Rêjîma Alasad de heye.
Pirs êdî xwe dide holê, gelo di vê ezmûnê de, wê serkirdên PYD e, lêvegerînekê ji helwestên xwe re bikin, yan na, bi taybetî ku ew dijminatiya dîrokî di navbera partiya wan sereke PKK û Rêjîma turkiyê radiweste, piştî pêşniyaza Ebdullah Ocalan di 21ê Avadara 2013, ji layekî din ve jî ragihandin di van rojan de di axive li ser lihevhatinek dîrokî di navbere PKK e û PDK- Îraq, ya ku du helwestên cuda û dijminatiyek di navbera PYD û PDK- Îraq de heye, ew jî ji ber sedemên girtina dergehên sînorî ne, ku di bin kontirola PYD de ye.
………………….

Şîrove (0)