Welatê mePiştî rêpêdanê, li xala Rebîa ya ser sînorî termê xwedê jêrazî, ji aliyê Sûrî ve hate radestkirin. li rexê Sûrî hin kiryarên asêkirinê û pirsgirêk ji aliyê Sûrî ve peydabûn û bûn egerê demxwarin û şûnvexistinê .
Pişt re, pêvajoya kerwanê behîdêran bi term re ber bi bajarê Qamişlo ve birêketin, di rê de û li duryana gundê Tenûriyê jî jimareka mezin ji xelkên deverê li benda wan rawestayî bûn .
Tevî ku bi sedan tirimbêl tevlî pêvajoya kerwanî dibûn, bi pêşwaziyeka gerim ji aliyê cemawerekê wefadar ve ji xelkên wan gund û bajarokên li ser rê û tarên bajêr, ta ku bigihê nava dilê Qamîşloka birîndar û dil bikul, termê kurê Qamîşlo yê hêja û ciwan,bi singek fereh û rondikin zelal hate himbêzkirin .
Pêşiyê, berê termê xwedê jêrazî dane mala bavê wî, ji bo awir û dîtinên dawiyê û dûv re ber bi goristana Qidûr Beg ve birin, ew goristana ku bûye cîgeha dawiyê ji gelek pakrewanên mezin re, mîna têkoşer û xebatkarên pakrewan (( Kemal Ehmed Derwêş û Şêxmûs Yosiv, û Şêx Mihemed Meşoq Xiznewî û gelek pakrewan û cangoriyên (12) avdarê û yên dîtir jî )) .
Piştî ku merasîmên veşartinê pêkhatin, bi vê helkeftinê mehrecaneka gotar xwendinê hate girêdan, di mehrecanê de, gelek gotin li ser kar û xebat, jîn û jiyana wî hatin xwendin, gotinên ku hatin xwendin evên lixwarin :
– gotina Bereya Demoqrata kurd li Sûriyê – mamosta Neamet .
– gotina Partiya Demoqrata kurd li Sûriyê (AlPartî) – mamosta Mihemed Ismail .
– gotina Partiya Azadiya kurd li Sûriyê – mamosta Beşar Emîn .
– gotina Partiya Yekîtiya kurd li Sûriyê ( Yekîtî ) – mamosta Hesen Salih.
– gotina Partiya Demoqrata kurdî Sûrî – mamosta Mihemed Ebas .
– gotina şepêla pêşerojê – mamosta Meşel Temo .
– gotina rêxirawa mafê mirovan ya kurdî(MAF) – mamosta Ibrahîm Yosiv .
– gotina dostên xwedê jêrazî – mamosta Elî Cizîrî .
– gotina dostên xwedê jêrazî li Helebê – mamosta Celal .
– gotina komîta navçeyê ya Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (AlPartî) – mamosta Behzad Dorsin .
– gotina binemala xwedê jêrazî – mamosta Mela EbdulKerîm .

Şîrove (0)