Dojeh bi ser serê mede hate xwarê

Alan pîr mem

Xeber û sêfil û lane ewin ey kûjerên gelê sûrî ,ko win nasbikin bê rojê çend rewan û redûn têne girtin ,têne kuştin ,ko win nasbikin bê çend zarok û mindal têne kuştin ,aware dibin ,sêwî dibin , bê war û xelk û xizm û cî dibin her gav û her roj , ko win nasbikin bê çima ev halan û hawar bi serê van mirovan ve hat , hew ji ber ko azadî û serfiraziya xwe dixwazin Û dixwestin ,hew ji ber ko ewin xwedî ,û ewin rêdar û maf , ne serokê welat û rejîma wînî basî û desthilatdariya wînî şofînînî diktatorî ye.
îro ro babet li sûrya ne bi tenê ramiyarî û siyasiye û ne bi tenê ko ketiye çarçoveya şer û pevçûnê de û kî berî kê wê bi serkeve , na babet ne eve û doz ne eve , babet mirovatiye , erê êş û azar û nalînên ko têne guhên guhdar li gel bercewendî û rastiyê wiha dibêjin , ne ezim û ne tiwî .
tiştek mezintir ,mezintir û kûrtir heye ,li dahola cîhanê dide , de hişyar bin , ey gelên azadîxwaz , win ey qomonîstên li emêrika bakur , û win ey welatên netewî li ewrûpa , û win ey cînarên ereb û firs û kurd û turk , û win ey welatên perşîan , li efrîqya ko bi tu derdî nizane û ne bihîstiye ji bilî derd û êş û kulên xwe , îro û carerke din , dojeh li buhiştê dizîvire û bi ser serê gelê sûrî de …tête xwarê
 
li çepka xin…..li çepka xin
  û bere kenê we darbestê pakrewanan di goristana dawî de veşêrin.
 
     kurdistan_ hewlêr

   22/4/2013 Z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Molla Nasan

Ey çîyayê rewşa mala Kurdan!
Ey hêviya biharê bi mafê jiyan
Ey cejna nowrozê bi şahî û zanyarî
Ey strana netewî bi agirê şoreșgerî

Em di lêgerîna aştî û dilsoziyê de hatin rêyê rewşenbûn.
Û li bexçe çanda malbatê ,me canê xwe da serxwebûn
Û bi ava pir zelal û hişyarî ,me…

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…