Gotar

Stirana kurdî ya gelêrî

Îssa mîranî

Stiran li gel muzîkê yek ji mijarên  serekî û bingehîne di filuklorê  kurdî  de, ji ber bandora wê gelek dijwar e, banîn û dîroka mirovayetiyê di jiyana netewî de dide xuyakirin, bi hemî keltor û çanda civakî ve,û stirana kurdî di bingihê xwede li ser vejîn û nûjenkirina keltorê  dêrîn hatiye avakirin ew keltorê ku ji bav û kala hatiye wergirtin û stirana kurdî di despêka xwede stiranin devikî bûn û nehatibon nivîsandin , û xwendin gelek paşketî bû,
 û ji ber wê bû parçek bingehî ji tora devikî ya gelê kurd , û ji nifşekî ta nifşekî bi devikî dihat gerandin , û ji xwere bingehek di nav qadên civakî de  avakir û rayên xwe di nav  çanda kurdî de kûr daxistin û mirovê kurd  awazên taybet bi stirana xweve  honandin û hişt stirana wî wek kanyê zozana bi jîn û nûjenkirinê bi herikê peywendiyên  evînî , civakî û sipehîtiya surişte wêne bikê û derbasî xem û sawîra bibe û  wa bûyerên evînî bişêweyek rind û spehî li ser kopê xemlû evîne  tomar bikê
Û stirana kurdî bi taybetiyek dî dihat naskirin ew taybetiye peyva xweşe ew peyva gelerî ya dewlemend ji wêne û wekheviya xemilandî bi awazên nazik û delal û dikrin diyarî ji bo xelkê delal li deşt û zozana li hemî werzên salê û bi wan stirana payîz , havîn û zivistan dikirin buharek rengîn bi kêf û ken û beşişandinê û stiranê bi berhemê xwe yê hunerî ziman , raman  û jiyana civakî û siyasî li hemî çerxa di parast û diyarkir bi pêlek bilind ji balaya honerî 

Corên strana kurdî:
stirana kurdî ji 10 coran pêktê:
 1- stiranên şera
  2-stiranên evînî
 3-stiranên daweta
 4- stiranên şîna
 5- stiranên paleyê
 6- stiranên zaroka
 7- stiranên ayînî
 8-stiranên tevza
 9-stiranên taybet bi bûk û zava
 10- stiranên taybet bi karê rojane wek stirana destar û meşkê

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…