BEHÎNAME

Koma Narîn salnama xwe ya sala nû derxist

Welatê me
 
 Koma Narîn ya Huner û Folkulorê kurdî, salnama xwe ya sala nû (2703 K beramberê 2007 Z ) derxist .
 Salnama îsal ji şeş pelên sitûr yên destê navê pêkhatiye, her pelekî du heyv li ser singa xwe raxistine .
Pela yekê, wêneyê kûlîlkela kurd, bi cil û bergên kurdî xemilandiye û siha hêviyên wê di nava heyva çile û sibatê de, bi nêrînin hûr û kûr hevgirtine .
 Pela duwê, wêneyê sê pêrîn kurd, di rex hev de, bi şal û şapikên kurdî civat girtine, bi dilgermî û rûbiken yekrêziya miletê kurd, serhildan û omîdên wî, ber bi pêkanîna wekhevî û rizgariyê, di nava heyva avdar û nîsanê de geşkirine û serîhildane .
 Pela sêyê, wêneyekê koma Narîn bi cemawerê xwe re, heyva gulan û hezîranê rengîn kiriye .
 Pela çarê, jineka kurd rûniştiye ber kuçikê û ardûyê wê geş û xweş dikê, di heyva tîrmeh û tebaxê de karê çêkirina mehîr û şijikê dikê .
 Pela pencê, wêneyê du pîrekên kurdin, di heyva êlûn û ç-pêşîn de, ardûyê zivistanê dadikin, lodên tepikan lêdikin û xwe ji sariya zivistanê re berhevdikin .
 Pela şeşê, wêneyê keçek kurd, di heyva ç-paşîn û ber-çile de, darkên pembo didê hev û wan li pişta xwe dikê, ji tifik û tenûrê re komdikê .
 Hêjayî gotinê ye ku koma Narîn ya Huner û Folkulorê kurdî, di sala 1981ê de hatiye damezrandin, endamên wê ji keç û kuran pêktê, herweha komeka zarokan jî ser bi komê ve girêdayî ye .
 Koma Narîn, di sala 2005ê de, di festîvala yekimîn ya folkulorê gelêrî yê niştîmanî de li Sûriyê berşdarbû, ya ku li bajarê Qamişlo hatî sazkirin û ji aliyê komîta serperiştkar û nirxandinê ve hate xelatkirin . Koma Narîn xizmeta huner û folkulorê kurdî dikê, di nava bizav û çalakiyên xwe de, stran, şano û dîlanan digêrê .
 Kom ji aliyê Fêsel Ismail ve tê birêvebirin û dibin çavdêrî û serperiştiya partiya Demoqrata kurd li Sûriyê de, kar û çalakiyên xwe berdewam dikê û bi rêve diçê .

 

 

 

 

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…