Evro berya Sibe

Tengezar Marînî

Li Tirbespiyê û li serêkaniyê û her deverên din yên rojavayê Kurdistan, pilaneke qirêj destpê kiriye. Ew pilan dibe gelek tê de beşdar bin, dewleta Tirkî (bihêztir bûye, piştî gireva birçîbûnê, ku karekî siyasî, sivîl gelekî mezin e, kariye stûna qayim ya dewletê bişikîne), şovenên ereb û hêzên tariyê, lê eger em kurd hemî berjewendiyê kurdayetî li ser hemî berjewendiyan re bigrin, kesek nikare cihê me yê layîq ji me bistîne.
Lewra pêdivî ye PYD ( hêza gel) û hemî hêzên ku birastî heyî û yên qels jî, îro, piştgiriyê bidin hev û rikberiyên xwe bidin aliyekî ( nejibîr bikin, çunku tu kar bêrxne serrast nabe), li ser xalên wan digihîne hev, bi hev re kar bikin û guftûgoyê li ser tiştên ku  dûrî hev in, bi biratî, bikin.  Di baweriya min de ev çend xalên jêr pêdivî ne:

1. Nabe hêzek, çendî mezin be, bi çavê biçûk li mirovekî bi tenê jî binere, çunkî ew kes bi xwe jî hêzeke wî heye û dikeve ser hêza gelek û gelektir dibe

2. Pilanekî birêk û pêk li ser çawaniya rêvebiriya herêmê bidin guftûgokirin, digel ku pêdivî bû, eve ji zû ve bûbaye, lê tiştê ku bihê, çendî dereng be jî, baştir e ku nehê

3. Komîteyên sivîl, civakî, siyasî û aborî, li her taxekê û li ser asteya gund û bajaran damezirînin, daxwaza alîkariyê bikin û bi taybetî ji xelkên kurd li Europa, daku ew jî bizanibin ku têkiliyê bi kurdan re û ne tenê bi hêzekê re dikin.                                             Bo nimûne, dibe hinek di bîr û baweriyên xwe de, di gel hêzekê ji wan hêzan nebin û dema ew hêz li alîkariyê bigere, yê nedigel nemcbûr e bide, lê dema bibînin kurd hêzeke û hemî tê  de beşdar in, êdî dana alîkariyê dibe erkekî exlaqî û mirovayetî û niştîmanperwerî.

4. Komîteyekê li seranserî rojavayê Kurdistanê ji 3-5 kesan, ji welat damezirînin, ku birastî rewşenbîr û zane û xwedî karîzme bin, bila ji derveyî partiyan jî bin, bête damezirandin( divê Partî jî li ser sîbera xwe çem bikin) û bihên , bi alîkariya kesin çalak li revenda kurd ji derve, li Europa û USA bigerin, jiber ev herdû hêz xwedî biryar in.

Encam:

Wate destdaneheva me, dikare me berbi asoyekî baştir, aştiyanetir û bisûdmendtir dibe û em ji vê tomikê bi kêmtirîn zerar derdikevin.
Nabe kurd dijminatiya hev bikin û derve jî, diranan li wan disîqirînin û dixwazin zeîf bibin, daku êdî bi ser wan û cihê wan de bigrin û pilanên ku rêjîman nikarîbû li dijî kurdan pêkbînin, li kêliyeke xewa kurd, kurd êdî hemî tiştî ji dest bidin.

Ya giring, ku em kurd, bi bîrûbawerî, xwedî armancên zelal bin û vekirî jî daxwazê bikin, ku ev guhurîna dîmografî ya li herêmê çêbûyî vegere wek berê, eger em, jiber sedemeke siyasî demkî, nebêjin jî, lê dibe li ser xakê kar bêne kirin..

Tenê, em kurd dikarin mafê xwe bistînin, ku em bi hêz bin, lê eve nayê wê wateyê, ku em nedigel şoreşa Sûrî û wan tevger û kesayetiyên xwedî bîrîûbaweriyên mirovane bin.

Îro, em ji çûna rêjîmê sûdmend dibin, lewra pêdivî ye, digel wan hêzên ku dixwazin rêjîmê dabixin, tenê ji ber rêjîm dîktator e û ev 40 salî jiyana siyasî li welêt kuştiye, kar bikin û wek hemî xwedî agendê xwe ne, em jî xwedî agendê xwe bin û bêguman hinga wê agendê me û yên wan jî di xalnan de bigihin hev û di wan xalan de alîkarî hebe baş e û pêdivî ye jî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…