Çend dîmen ji rewşa Welat-2

Lewend Dalînî

Balefirgeha QAMIŞLO
Rêjîmê dest danî li ser mamoste: Ehmed Sîno
Û ew bin çavkirin? Dema di xwest here Şamê Exder Îbrahîmî bibînê.
Sînarîyo….û gotinên tevgera gel li gund û bajarên kurda??!!

1.Hate dîtin ku hevalên pêre…Faîsal Yûsif, Cemal Mele Mehmûd, Faîsal Sifûk û Ehmedê Silêman, ji xwe te di got qey ev camêr ne bi wan re ye û xwe pêjî nehisandin û riya xwe berdewam kirin ber bi Şamê û nema yeqîn dikirin xwe bighînin dîtina Îbrahîmî jî û li wir; Ebdulkerîmê Seydelî li bende waye???!!
 ji ber di wê bawerîyê de bûn kû mafê kurdê başûrê piçûk girêdaye bi wê dîtinê ?! Û rabûn civînek li balefirgeha Qamişlo li darxistin û biryar dan ku girtina endamekî çiye li be standina mafê miletekî loma çûn gringtir dîtin…

Mafê ku Îbrahîmî da vê komîtê: Kurdistanek serbixwe li başûrê piçûk bi serûkatiya Mamoste Faîsal û endametîya hevalên wî heta kû saxbin… û serê wan ji gelê kurd re sax.
1.  Xalid Cemîl û Dilşa Eyo herdû kû cigirê mamoste Faîsal Yûsif bûn di meclisê de; haya wan ji çûna dîtina Îbrahîmî li Şamê tinebû!!!!?? Dema bihîstin gelekî matmayî man û ji xwere beyanek istinkarê derxistin!?.
Û xwe jê şûştin.
2.Kurdên herêmê xwê dixwarin û av bi ser de venedixwarin bi bihîstina vê yekê û gelek ji wan tişt nemabû kû celta li dilê wan bixînê; ji qehra re??!!.
3.Gotinek hate belav kirin li ser zimanê siyasetmedarên kurd li Sûrîya ên ku serkêşîya tevgerê dikin:
Çi kesê serbixwe; çi rewşenbîr û çi jî welatparêz ku ew çi bi bêjin emê weke xwe bikin!!?? Ma ew ji me bêhtir sîyasetê fêm dikin!? Ê me kabok di vê meselê de spî kirine û neha wê me hînî karê me bikin!!??..Em guh nadin wan û bera li malên xwe rehet rûnên.
Yekî welatparêz ev gotin bihîst û bi qerf got: Ma qey em ji Eyşika Erebin!!??.

Bîranîna Nemir Meşel Temo..
Birek rewşenbîr gihabûn hev li cihekî ji çarçiya Qamişlo; ji duwê çixarê bi zor hevdû didîtin û hofk li ser bûyera bîranînê bû:
Yanî ew çibû çar gotin, yek a desteya bilind, yek a meclisê, yek a partiya yakîtî yê û yek jî a patriya azadî hatin xwendin?. Desteya bilind ma ji bo çi çêbû? Ma ne ji bona gotina tevaya herekê bibê yek bavo, ma emê çawa ji vê yekê xelasbin?!.
Ê dî lê vegernd: Yeqîn nek ku bi hesanî emê ji vê yekê azad bi bin!?. Ez li ber tiştekî nakevim ku di gotina sekretêrekî de ku gotina pêşerojê di cihê a paşerojê de bi kartanî!?…Camêrê xas ji mafê wî ye kengî bi xwazê çi gotinê karê li cihê a dîtir deynê? Ma ne ew xwedî yê ziman û mafê kurdayê? ma a te çiye û tu xwedî yê çiye weh!!!???.
Di gotin: Hevbenda nivîskar û komîta Mîr Celadet jî bi hevre bîranînek helbestî li dar xistibûn ma kes ji we têde beşdar bû gelo?….Yekî got:
Erê erê ez yek ji beşdaran bûm û min helbestek jî xwend…
De ka ji mere bêje ew çilo bû kû di gotin:
 Mihemed Metrûd (Helbestvanekî Erebe) gotina xwe negot ew çilo bû?..Ha ha..
Dema M.Matrûd dest pê kir, got: Li min bibûrin ku ez nikarim gotina xwe di bin ala kurdî tenê de bêjim! Û gereke ala netewa Sûrî jî heba û xwe da paş…(Li milê konê ku çalakî têde hate li dar xistin, ala kurdî bi tena xwe hatibû danîn).
Û her yekî peyre; ji xwe re tiştek got:
Ehmed heyder: Lêborîn xwest û got: Eger ne ji ber hatina baranê û danîna kon ba menê herdû al danîba, lê ji ber wêne yê rehmetî mezin bû û derbas nedibû hundirê kon?! Wêne û ala Sûrî man ji derve û ala kurdî tenê kete hundirê kon; û wilo çêbû.

Xwedêkî Lewend Hisên çi got?
Got: Ev çil salî em dibin ala rêjîma Ba`as de ne? bera M.Matrûd kêlîkê di bin a kurda de ba ma wê dinya xera biba (Ma M.Matrûd berpirsyarê rêjîmê ye? Ev çi gotine)
Ê û pey re?…Ha hew; vêca helbestvan û nivîskaran dest pê kirin û bû şorbe???Mixabin û sed mixabi; emê kengî bibin weke xelkê cîhanê.
Bîranîna Seydayê Cegerxwîn li Qamişlo
Cegerxwîn di bîranîna  28 salîya xwe de, ji dêvla ku bê xelatkirin!? Mixabin hate tawebarkirin û du camêrên ku têne naskirin weke lêkolîneran;  tiştek namabû ku bibêjin ku Cegerxwîn ne helbestvane??????????. (Du çalakî çêbûn; yek ji amadekirina Komîta Sobarto û a din jî ji alî partîya pêşvero a kurd li Sûrîya ve; hate li darxistin).

Bibûrin ku ev dîmen ji welat,  rewşa sîyasî û rewşenbîrî dane xwuyakirin!? Lê di a hatî de wê bêhtir li ser rewşa civakî û ya abûrî bê.

Qamişlo 25/10/2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…