Bû du car Ismaîl Omer dimre!

Qado Şêrîn

Li pêşî dixwazim bêjim ku hin mirov du caran dimrin, mirina rastîn û ya din ku mirov dikare bêje; wexta ji aliyê dost û hevalbendan ve tê jibîrkirin û piştguhkirin.

Eynî gotinê mirov dikare li ser nemir Ismaîl Omer bêje, ango bû du car dimre, çilo û çawa?

Isma`îl Omer di jiyana xwe de kesayetiyek giştî bû, di nav kurdan de dihat hezkirin û pejirandin, bê ku mirov ji bîra bike ku serokê Partiya Yekîtiya Demuqrat bû, lê cuwamêr dikarîbû xwe bixe dilê her kesî, lê.

Piştî mir partiya wî ji bo cara duyemîn ew kuşt, wexta derfet û alîkarî neda ku gel, cemawer û hezkirên wî xwedî lê derkevin, belkî li hin deveran bû asteng jî. Partiya wî ew kir samanê xwe û kesayetiya wî ya dîrokî, giştî û hezkirî di hindurê partiyê de piçûkkir, xeniqand û nehişt bibe samanê tevaya gelê kurd.
Li Europa jî partiya wî du caran ew kuşt, wexta neheqî lê kir û 40rojî, yeksalî û dusaliya wî lidarxist, dîsa kesayetiya wî ya giştî û kurdperwer û hezkirî di nav peyv û gotarên partiyan ên bê helwest û bawerî de winda kir. Partiya wî nebû alîkar û ne jî derfet peyda kirin ku hezkerên wî, gel, nivîskar, rewşenbîr(nemir gelekî dost û piştgir û alîkarê nivîskar û rewşenbîran bû), komeleyên civakî û dezgehên çandî xwedî lê derkevin. Wek nimûne îsal bi navê ‘’Komîteya Serkirdayetiya rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê – Yekîtî’’ dusaliya wî li Bonnê lidarxist, lê ew bixwe rêxistina herêma Bonnê bû ya ku bi şahiya du saliya wî rabibû, dêmek şanikek bi sê saliya wî radibe, û çar saliya wî tê jibîrkirin.
Eger em nerast dibêjin, dêmek Isma’îl Omer ne kesayetiyek giştî û ne jî hezkirî bû, û piştî ku mir jî nebû kesayetiyek dîrokî û samanê gelê kurd, wê wextê ji mafê partiyê ye wî mezin bike. Em jî lêborînê dixwazin, eger em şaş bin.
Li dawî, li tevaya cîhanê, ne tenê li ba me kurdan wisa ye, ji bo ku mirovek bibe giştî, bibe samanê gel, samanê welat û mirovantiyê, divê ji malbata xwe, ji êl, ji partî, ji gund û bajarê xwe rizgar bibe, û derbasî zeviyên mezin û bê sînor bibe. Divê bîr û boçûnên wî azad bifirin, qeyd û bend nebin û her kes bibêje: wî ji bo me got, wî ji bo me kir, û ji bo me çû.

22.10.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Piştî ku kurê wê diranên xwe şoştin û çû ser cihê xwe, wê dengê hûrehûra kûçikekî li ber derî bihîst; hûrehûreke ku jê re ne xerîb bû… Wê bi lez derî vekir da ku kûçika xwe bibîne, ya ku berî çend mehan bi kûçikê cîranan ê hov re reviyabû.. Wê…

Hişmend Şêxo

“Şêst û Neh sal xebat li dijî zordariyê”

Di dawiya sala (1956)an de Sê niştiman perwerên kurd (Osman Sebrî , Ebdilhemîd Derwîş û Hemzê Niwêran) yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê (Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî) damezrandin û hêjayî gotinê ye ku rêznama wê ya bingehî bi Zimanê Kurdî bû , û…

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…