Mihemed EbdêLê mixabin dixwya qedere gelê Sûriyê ku dive di avsanên dîrokî de yên şoreşa kelan de bê nivsandin eve,ku Cîhan tev pêlanan li gelekî perîşan xwe kor û ker û bê ziman di ke, û mirovin xwedî bîr û bawer û binav û deng îro xwe ji mêjî û ramanan di şon û xwe ji çavê gelan dixin dest pêk Kofî Enan yê ku da xwiyanî kirin ku gelek dûrbû ji siyasetê û ramyarî yê,ku xwe xist nav davkin leystikvanên nav Dewletî û xwe kir qurban ji ber jewendîyên Dewletan ji ber ku bû nûnerê pilanak ber avêtî ji dest pêkê û dinav riyên xwar de meşî, û dijî pêlan av jenî di kir û bû qurban ji bazirganên xûna gelê Sûrî re yên ku li ba Dewletên Cîhanê pir arzane, jiber ku ta bi îro mane dest girêdayî û bûne çav dêrin qirkirin û kujtaran û kom kûjî yan yên gelê Sûrî bi giştî, û Kofî Enan xwe jê bê par nehişt?
Li ya ku mirov ti carî nikare lê birame û aqil û mejê tû caran bawer nake, şandyarê nav Dewletî û Erebî yê nû Exder El-Ebrahîmî yê ku winda bû û nû vegereha ji piştî 2i heyvên xwe ê Hingivî? nav dewletî û me teva ew ji bîr kiribû hat Destek li baş û Destek li pêş tenê pirojeyek nû bi xwer anî, yak u gelê Sûrî ew jê kêm bû.
(agir bestek katane ji bo bîranîna cejna Qurbanê)wek em di zanin ku cejin gelê Sûrî ê şoreşvan cejne herî sereke li ba wan hilweşandina vê rêjêma xûn mij ya ku tenê merema wê mana wê ye û qirkirina gelê xwe .
1-gelo ma armanca gelê sûriya deme ku şoreşa xwe vêxistin ji bo mana rijêmê bû û parastina xwe ji kujti nê ?
2-yan biştî 30 000ar şehîd û bi 100 hezaran penaber û reven 100hezaran girtî ji bo agir bestek katane ?
3-Yan ji bo azadî û rûmete xwe û nifşên bê azad bijîn di dewletek dimuqrat û parastina mafê her mirovekî di Sûriya nû de ?
Mixabin qet me bawer ne dikir gelek bi giştî bikeve bazaran,û Dewletên Cîhanê berjewendîyên xwe av bi din ji lehiya Çemê xûna gelê sûriya ê ku hiştin bê xwedî !?
Lê hêza gelan tim bi serdikeve eger hêzin Cîhanê tev hev parbin bi wan re .
ji bo şoreşê serkeftin ji bo girtîyan azadî ji bo pakrewana silave ke şoreş gerî ji penabe re û revenda vegerek di sûriyak azad de bi jîn .







Şîrove (0)