Xebata Osman Sebrî ya siyasî li Sûryê – Qûnaxa pêşîn (2)

Diyar Ehmed

Piştî ku Osman ji rewş û jiyana bê aram û asayî li deverê Bê hêvî û neçar dibê, di roja 24-12-1929 an de, kurdistana Turkiyê Diberdê û ber bi ya sûriyê Ve direvê,ya ku wê demê Di bin dest û darê Firinsa de bû , li bajarê Kobanê Cih digirê û li wir di rûnê . sê..çar heftî ji akincîbûna wî naçin, ew û Mîr Celadet Bedirxan hev dibînin û li ser destên wî Osman dibê Endamê Komela Xoyebûnê, piştî wê guhertinin di serkirdayetiya Xoyebûnê de çêdibin,bi egera lêborîna giştî ya ji alê Mustefa Kemal ve hat dayîn. hin damezrênerên Xoyebûnê mîna Elî Rida kurrê Şêx  Se`îd û Emînê Ehmed serokê Rima,derfet dîtin û bernedan,û ji Xoyebûnê xwe kêşandin û xwe sipartin dewleta Turkan
Osman tevî kesên dî ,di sala 1929 an de,hatin nav rêzîn serkirdayetiya Xoyebûnê û di buhara sala 1930 an de , li ser daxwaziya Xoyebûnê gelek belavok derbasî kurdistana bakur dikê,pişt re û li ser beryara serkirdayetiya Xoyebûnê ku xwe ji  bo  pêkanîn û destpêkirina şoreşekî berhevbikin û eniya şer di pêc dever û alan re destpêbikê((devera Kobanê Bozanê Şahîn Beg û birayê Wî Mustefa Beg herdu serokên hoza Berazan bûn ,berê Wan li Orfayê û Mereşê bû . bi wan re jî Osman Sebrî di çû da paşê ber bi eşîra xwe Merdîsan ve herê))(6)
Roja 1- 7- 1930 an de, û li ser beryara Xoyebûnê dest bi êrîşan hatkirin , li devera Kobanê Di şeva  3-8- 1930 an de , destek ji hêza Bozan Beg bi serokatiya Osman Sebrî  berê Xwe dane Orfayê û êrîş kirin ser du qereqolên leşkerî  li ser sînor di devera Serûçê De  û paşê rawestan û li benda serdarên hêza Bozan Beg û birayê Wî Mustefa Beg man . lê belê , herdu serdar negihan wa , ji ber ku herdu ji alê desthilata Firinsa ve hatin girtin û ew ber bi bajarê Helebê Ve şandin.dema şervan û çekdaran ev yek bihîstin hêvî û omîdên wan şikestin û ber bi şûn de vegeran .lê Osman ji ber ku ji sergungeha xwe lib ajarê Reqayê Revî bû ,nema karî lê vegerê û ji vê ma li kurdistana Turkiyê û di nav xaka wê de çû ,wê demê Di nav tevî wîlayetên Kurdistanê De leşker nema bûn , tev şandibûn enya şer li ser Araratê, valehî ket bû di warê Leşkerî de li deverê ,tenê Cendirme mabûn ,wan jî nedikarîn li pêşberî ti hêzan şer bikin ,yan jê rawestin , piştî du mehan û dema leşkerên Turkan ji Araratê Vegeriyan, careka dî rewşa deverê şil û pil bû , ûbi sedema vê rewşê Osman dîsa berê Xwe guhert û ber bi Sûriyê Ve zivirî. lê vegera vê carê ne hêsanî bû ,li herdu rexên sînorî hat gunehbarkirin, bê cih û war ma, ne çar bû ,û dergeh di rûyên wî de hatingirtin , li nava êlên Erebê Enizan ,li ser sînorê Herdu dewletan xwe veşart.
wê demê Ji nû ve zanî ku herçar eniyên dî tifengek ne teqandine û wek çûyîn, bi wî rengî bi şûn ve vegerane ((piştî ez vegeriyame Sûryê Min zanî ku herçar enyên din çi xwelî bi serên xwe de anîne. Celadet Bedirxan, Haco û mala Cemîl Paşa sê çar rojan di nava welêt de mabûn û bê ku tifengê Bi teqînin vegeriyabûn Sûryê û Firinsa hemû sergunî Şamê Kirbûn. her çi mala Ibrahîm Paşa, ne çûbûn serxetê Biryara Xoyebûnê tevî belavokan ji walî yê Mêrdînê re şandibûn )).(7)
Bi encama van bûyeran, ji Komela Xoyebûnê, piştî ji kar û xebatê bê hêvî  dibê û destê Xwe jê dibirrê û ji wê dûr dikevê,di dawiya sala 1930 an de , dever berda û rê girt û berî da êla Barzan,li kurdistana di wê salê de berdan û xwe di nav koçerên Ereban de veşart li Tilegel, ta revî ber bi ?man û Filistînê ve û li wir ma ta sala 1935 an de û pişt re vegeriya Sûryê. di sala 1936 an de ,desthilata Firinsayê Ew ber bi Ifrîqya ve ,li girava Midxeşqerê Ve sergunkir. lê li wir cî negirt û nerawesta, berî da Libnanê û di sala 1938 an de , ji wê derê Berî da Şamê û lê rûnişt.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…