Komîtên nezaniyê di bazarên erzaniyê

Kasi yusiv

Ji roja destpêkirina şoreşa azadiyê, li welatê me  sûrî, rêçik û şeqamên qamişlo bûne şayitok ji  girîza devên keysbazan,girîza ku di herikê û tê xwarê li ser bihna buryaneke  xweş ,ji nêçîreke bê gunah  hatiye çêkirin di xeyalên wanî nexweş de,teqe reqa kevçiya gihaye xerçengê,berî roja mûlidê,mersef û lalîk li ser masan bela wela bûne,li dora civatên wan pisîk jî guhên xwe bel dikin  li dser guft û goyên bi duhin û bi rûn,xirre cira keysbazan di kolanan û di malên gel yê nû damezirandî,ji navendên çandeyî û civatgehan,toza ji bin piyên(nivîskaran ,û bê
karan…………………)mîna morana pezê koçeran di ber êvavaran  di  havînên welatê  me de ,di babeta min de  û ya ku  ez pê daxwaz dikim û li ser  di nîvisênim ,babeta yekîtiyên nivîkara ne
Nivîskarên kurd yekîtiya wan ,hevbendiya wan, tête damezirandin,ev mizgîniyeke  hew jê xweştir heye ji minre   lê…
Li ser destê kê bi çi daxwazê çima illeh ev  kesin yên sendîke û komîta di damezirênin  û ne tu kesî  dî?çima illeh kîn û pirsên şexsî di bin sedemên aloziya  hevgirtinan di navbera  di komelan de?li vir pirseke dî  gelo divê nivîskarê kurd  çawabê  û çine xalên pêdivî û pêwîst têde peydabibin ta ku bibe nivîskareki kurd.
Yek ji wan kesan yên ku xwe dibînin  nivîskar  û ez wî dibînim  nêrî ,mîna be,siya û  muxaberatên wan  tehqîqê bi mire dike û ji min di pirsê :tu  bi wanê dîre yî  an  bi mere?
Ez ne xulamê tu kesîme  û ez  nabim dûvikê  kesên heta diho av li destê be,siyan dikirin  bira,lê bawerkin ew kesê han  ne niviskare  li gor tu pîvanan,divê bibê rêber ê nivîskaran û nikarê  bi nîvisênê!!!!!!!!?????
Lewra di vê dema tenik û hestiyar de ,pêwîste tevgera kurdî ya hev deng (ya yek biryar) hevsar ji destê  van kesan derxê,û li gorî pîvanên hevçerx  xalên pêdivîye peyda bibin di nivîskarde  diyar bikin ,û her kesê ew merc û şert têde peydabibin bibe endamekî bi rûmet di yekîtiyeke bi rûmet de,helbijartinên dîmuqratî rêveberiyeke vê yekîtiyê bi cî tênê,û hingî bila qiloçên nêriyan di lata kurdîtiyede biçikin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Çîrok: Mihemedxêr Umer

Werger: Fewaz Ebdê

Hecî Dawûd, xwedî rûberin fereh ji zeviyên çandiniyê ye, bi qencî di herêmê de deng daye û hatiye naskirin, û hezkirina wî cihê xwe di dilê me de girtibû. Wî mala xwe ya kevn bi hewşa fereh re, kir depoya berhemên xwe û hinek alavên…

Mizgîn Hesko

Bi tenê
Di Derazînka hezkirinê de
Şaxekî erxewanî
Dilê bêdeng…!
Di navbera asîmên û zemînê de
Gelawêj
Ez…
Helawistî dimînim…!
Û dil…
Û dilê min î lal
Bişkoja bi roniyê mest…!
Çi raz e…?
Çi huner û fîlbaz e…?
Spêdeyan…
Dilkê dil ji nav sîtavan
Û ji cîgehên asê…
Ber bi xwe ve dibe…?!
Çi raz…
Çi ristesaz û rewannaz e…?
Hiş wêran dike û dergehê rewanbêjiyê
Bi…

SIMKO botanî

Li cîhan cejn û seyrane
Lê welatêm bê jiyane
Welatek jar û perîşan
Navê wê jî kurdistane
Nav li ba min pir şêrîne
j‘ber ko xaka wê zêrîne
Maye tenê li cîhanê
Milet hêjî Ber gumane
Li ser wê her bi fîxanim
Bêyî wê tim dil bi janim
Bi kul û derd û nalînim
Dijmin lime kir talane
Boçî dijmin dike talan
Li…

Fewaz Ebdê

Dibistana me ya ji kelpîçan

li hewşa wê

nigên me

weke rehên biçûk

di nav çamûrê de diçikilîn.

Em dikeniyan

dibezîn

û lênûs ji me re dibûn bask.

Banê dibistanê dilop dikirin

dilop.. dilop

mîna ku asman jî

bi…