Li çepî xilmaşiyê.. Ciwan Nebî 2010

  Û dem derbas dibe…., ne tiliyên te têra jimartina rojan dikin, nejî çavên te têra te dikin.
vê şevê.. dibe tu mêvanekî sêwî be û li çepî xilmaşiyê min bi xwe re şiyar dikî.
Di dawiya sala 2010an de, pirtûkek bi navûnîşana Li çepî xilmaşiyê ji weşanên (Ba) derhat,
hinek jê peyvê dizî û yê din bû sitranek ji agir re.. lê hîn jî li wir! Di nav himbêza Qehpekê de, di paşila kolaneke bî de.. çixareyekê dikşîne.
Ev pirtûka pîroz erê ya (Pîroz), mirêka zarokekî ye, nivişta welatekî dîn e, rêya windabûnê ye,

 dibe tu ji min bawer nekî lê hîn jî dilê min  nêzîkî sînorên pesndanê nebûye.
Di vê pirtûkê de nozdeh helbestên gêj hene, her yek ji wan pencereyekê di dilê mirov de vedike, û  ez jî dixwazim bi we re, di rûdêmên van helbestan de koçber bibim.
Werger
Bo te binvîsim
bi çavên xwe têm,
bi lêvên te.
Ez
  têm
bi dilê dizekî
bi lingên nameyekê.
Ez 
   têm
bi pozê kûçikekî,
bi destên qereçiyan,
bi himbêza havînekê.
…………………………
Baran
Û ji nişka ve baran zarokek
ji xwe şiyar dibe
û baran dîn dibe
û serxweş dikeve
û li paş pencera girtî
ez bendewar dizanim ku tu nayî.
…………………………
Berî xwenan bi şahiyekê
Û xwas weke kenekî
min hîna xweziyên tozê
li pey çivîkan dikirin
û lingên min î
li kolanan belavbûyî
asoyên min bûn.
Ciwan Nebî:
Mînakek ji nivîsandina helbesta kurdî ya nûjen e, û hêja ye ku mirov bi hûrbînî di henasên helbestên wî de raweste, ew helbestên ku di pêçeka vî bajarê berdayî de dibêjin:Ta em mezin bibin, bibin zarokek.
Şepal Hêvo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…