Kopyûle û Yekem pirtûk bi Kurdî ligel Berzo Mehmûd

Yekem car e pirtûkek bi zimanê Kurdî di mjara kopyûle de  derdikevê. Ev pirtûk bi pênûsa zimanvanê Kurd Berzo Mehmûd hatiye nivîsîn û ji 224 rûpela ye, qewareya navincî ye. Ev pirtûk wek ji pêşgotinê xuya dikê ku ji sala 2009-an ve amade ye bo çapê. Belê wa derfet îsal hatiye, û vê dawiyê kete bazarê de.  Emê pêşgotina nivîser ya pirtûkê ji xwendevanan re balv bikin.
Pêşgotin

Nivîsîn û bîrlêkirin di babetê kopyûla Kurdî de demeke baş ji min stand, û ez gelekî pê mijûl bûm. Sedema vê mijûlayîyê ew bû ez nedigihame encameke pê bi tewawî bawer bim, ji ber wilo jî min gelek pel û rûpel di nivîsîna vî babetî de qetandine, lê ne xem e,  li dawî ez dikarim bêjim ku ez gihame encamekê. 
Lêkolîn di kopyûla Kurdî de pêwîstî bi ger vepexartinê li zimanên dîtir heye, yên ku bi Kurdî re xuh û heval in, kevin û nû. Berî ku em bikevin nav kopyûla Kurdî de, emê li kopyûla Hindo-Ewrupî û Hindo-Îranî vegerin ka ev kopyûle di zimanên kevin de çi rêje wergirtibû, û çilo ev bêje di van zimanan de bikar dihat, û çi guhartin bi ser de hat ta ku gihaşte formê xweyî dawî, wek forma kopyûla Ingilîzî ya ku îro çend rêje jêre hene: (copula – verb to be: am, is, are, was, were).
Bi dû de, emê werin ser kopyûle û paşkokên rista Kurdî, û emê bibînin ka çi form û tayp  wergirtine, û çilo bikartên, û çi rolê di ristê de distênin.  Ji ber wilo jî, gelek pirs di hişê min de çûn û hatin û ez bi hêvî me ku bikarim bersiva wan bi zanistî û bawerî bidim. Ezê pirsên xwe jî di vî babetî de li ber xwendevanan danim, bi hêviya ku em pevre di vê pirtûkê de li bersiva bigerin.
Xalên dîtir, ji ber nebûna formekî standard ji zimanê Kurdî re bo ku em xwe pê bigirin û xwe pê girê bidin, inca, em pêrgî giriftarî û gelşeyên zimanî dibin, ku di rênivîs û rêzimana Kurdî de ta niha nehatine çareserkirin. Lewre, ne  dûr e hin şaşî di rênivîsê de peyda bibin, nemaze, ku min çend caran jî rêje û nivîsîn û raman têde guhartine, yan pêş û paş kirine, ku awayê destkarîyê û rastkirinê gelek caran  têde çêbûye, lê dîsa mirov şaş dibê wek Ingilîzî dibêjin: (to err is human) ango  mirov bi siruşta xweyî mirovatî şaşiyan dikê, herwekî tu mirovî, tê şaşiyan bikî. Bihêvî me ku hûn vê yekê li min negirin.
Di sala 2007an de min raya xwe di babet û kêşe û encamên vê pirtûkê ji Dektor Memo re bi devkî di riya telîfonê re gotin. Wî jî ez gurr kirim û tehf dam bi ser nivîsîna vê mijarê de, ku ew navtêdana wî ji min re îro cihê sipasiyê ye.
Ev pirtûk gerek sala 2009an hatibane çapkirin, belê ji ber astengên çapkirinê, dereng ma ta ku derket.

Berzo, havîna 2009

Belê ya rast û rewa sala 2009-an hate derengxistin û bû 2012

Amadekirina Welatê me

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…