Ev Qûnax û kurdên rojavayî welêt

Tengezar Marînî /  Hannover

Ji bo gelekî li xwêneran dirêj nekim, bi pêdivî dibînim, ku ji bo kur bibe xwedî biryar û peyv di Sûriya dahatû da, li hinek karan hayedar bin.

Ji bo Kurd hevpişkê biryara siyasî li Sûriyê piştî rêjîma Asad bibin, pêdiviye çend xalan li ber çavên xwe deynin: 1: Pêdivîye bibawerî û praktîk bi herifandina rêjîmê û sîstema wê re bin.
2. hêzên xwe bikin yek û dest ji hevaltiya rêjîmê di bin-bin re berdin.
3. dest ji karên ku tevgera kurdî ber bi shêweyê karê mafiyozî ve dibe ( revandinek li vir, kuştinek li wir, bizorê kişandina xelkê berbi xwe ve…)
4. Xwe şirîkê vî welatî bi erk û maf bibînin.
Têkiliyên bihêz bi hêzên demoqrat û mirovhez û yên ji bo azadkirina Sûriya xwîna xwe rijandin re bihêz bikin. 
5. Destên xwe ji nav hêzên gencan vekêşin û wan wek hêzeke pêşeroijê bibînin, neku wek hêzeke rikber û temamker.

berya van hemî xalan, pêdiviye kurd xwedî konsept û proje bin: Kurd Sûriyayeke çawa dixwazin û di hundurê Sûriya da, daxwazên xwe zelal û eşkere bikin, ne îro Fediralî, sibe autonomî, roja din îdara zatî û mafêçarenûsî….
Ev nezelalî di daxwazan da, dihêle beramber qada wî ya manoverê gelek hebe.
Her wisa jî dide diyarkirin, ku di danûstendinên siyasî da, kurd netêgehiştî ne.
Em dizanin, berya vê şoreşê kurd bitinê xwedî hêzeke tekûz bûn, lê mixabin ev avahiya jiyana siyasî ya kurd ne li ser bingeheke hevqebûlkirin û rêzgirtinê ye. Em bi dev dibêjin rastî ne li ba min bitinê ye, lê bi praktîk em dibêjin em bi tinê rast in û yê din noker e û dûvelank e.

Ez di wê baweriyê da me, ku rê ji kesên ne dipartiyan da, venebe em berbi êşeke û ziyaneke mezin ve diçin, çunku hêza dînamo (genc û nûhatî) û ya pir beralî dibe

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…