Tengezar Marînî / HannoverJi bo gelekî li xwêneran dirêj nekim, bi pêdivî dibînim, ku ji bo kur bibe xwedî biryar û peyv di Sûriya dahatû da, li hinek karan hayedar bin.
3. dest ji karên ku tevgera kurdî ber bi shêweyê karê mafiyozî ve dibe ( revandinek li vir, kuştinek li wir, bizorê kişandina xelkê berbi xwe ve…)
4. Xwe şirîkê vî welatî bi erk û maf bibînin.
Têkiliyên bihêz bi hêzên demoqrat û mirovhez û yên ji bo azadkirina Sûriya xwîna xwe rijandin re bihêz bikin.
5. Destên xwe ji nav hêzên gencan vekêşin û wan wek hêzeke pêşeroijê bibînin, neku wek hêzeke rikber û temamker.
berya van hemî xalan, pêdiviye kurd xwedî konsept û proje bin: Kurd Sûriyayeke çawa dixwazin û di hundurê Sûriya da, daxwazên xwe zelal û eşkere bikin, ne îro Fediralî, sibe autonomî, roja din îdara zatî û mafêçarenûsî….
Ev nezelalî di daxwazan da, dihêle beramber qada wî ya manoverê gelek hebe.
Her wisa jî dide diyarkirin, ku di danûstendinên siyasî da, kurd netêgehiştî ne.
Em dizanin, berya vê şoreşê kurd bitinê xwedî hêzeke tekûz bûn, lê mixabin ev avahiya jiyana siyasî ya kurd ne li ser bingeheke hevqebûlkirin û rêzgirtinê ye. Em bi dev dibêjin rastî ne li ba min bitinê ye, lê bi praktîk em dibêjin em bi tinê rast in û yê din noker e û dûvelank e.

Şîrove (0)