Efrîna min

Yasîn Hisên
Amûdê

Ji dûriyê, ez peyama xwe ji Efrîna delal re dişînim, bi kezebeke şewitî, bi dilekî xemgîn bi hêstir ez dîmenên xwînê li ser bedena wê ya ciwan dibînim.
Xwîn ne layiqî bejna te ye Efrîna me, kuştin di kultura te de tune ye ey bajarê xweşik û sipehî, tu nîşana şaristaniya me ye, de xwe bigre li himber van pîlanan.

Gelek caran me di nava xwe de digot: Ku dunya xweş bibe, pêwîst e Efrîn bibe mozexaneya şaristaniyê li Sûrya, her kevirekî wê şûnwarê şaristaniyekê ye.
Efrîn dewlemend e, bi şûnwarên xwe, bi xelkên xwe, bi hunermendên xwe, bi dastanên xwe, bi çiyayên xwe… Û bi hevalên min î hêja.
Vê tevliheviyê bisekinînin, li dijî derewçîn û tevlihevan derkevin, wan bihetikînin. Nehêlin bûka welatê me di cilên bûkaniyê de sor bibe, çiko Efrîn ji xwînê hez nake, Efrîn Aştî ye, Efrîn bedewî ye, Efrîn hemû rengên xweşik yên cîhanê di nava xwe de himbêz dike.
Hêviya min ji hemû nivîskar û rewşenbîrên kurd ew e ku li dijî pilanên xerabiyê derkevin û nehêlin bedena welatê me bibe meydana pilanên derewçîn û fesadan.
Ez omîdewar im ku rojek nêzîk wê bê û em ê li hawîrdora kela Hûrî bi hevre bibêjin: (Efrîn bûkek Delal e, cîwarê bav û kal e)

De vê hêviyê di dilê me de nemirînin, bihêlin heta hetayê em sitranê xweş û xweşik li ser welatê xwe bibêjin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…