((Sipas))

Şepal Hêvo

Bêguman hîn jî di rêzmana kurdî de (Zarevê kurmancî) û bi taybetî ji hêla rastnivîsê ve.. pir  aloziyên  giring peyda dibin û pêwîste ku mirov li ber  wan raweste.

Di nivîsandina  zarevê kurmancî de.. pirê caran mirov pêrgî pirsekê dibe ku çawa bersiva wê bide yan jî bi çi awayî wê saz bike, lê gelo dema  piraniya nivîskarên kurd şêweyekî di nivîsandinê de dişopînin ango ku bûye delîve û keyseke zêrîn qena ji bersivê birevin û bi tenê vê hincetê dikine rêbaza nivîsandinê.
Û di vê babetê de jî, peyveke kurdî bala mirov dikşîne ..ji ber ew bi piranî tê nivîsandin û di civakê de jî bi şêweyekî rojane em  wê bikartînin.
Peyva   ((Sipas)) ya ku bi vî şêweyî tê nivîsandin  Spas, ku mirov bi hayedarî  wê bilêv bike yan jî  di bingeha wê de birame û li gor van mînakên jêrîn wê bipîve:

Sip artin.
Sip î.
Sip eh.

Diyare ku di van her sê peyvan de û bi taybetî di her sê tîpên sereke de li gor destpêka peyva sipas bêk hatine û bi yek şêweyî  bilêv dibin. Û dema mirov ji hêla axaftinê ve li ber vê peyvê
raweste û li gor van mînakên jêrîn wê bilêv bike:

 Si  pas.
 Si  pî.
Si    peh.

Bi yek tonê bi yek şêweyî û li gor cudakirina peyvê diyar dibe ku tîpa (i) bilêv dibe,û di zimanê kurdî de dengdêra (i) gellek giring e,ew di bêjeyên yekîte de û pirkîte de peyda dibe,
û di bêjeyên yekîte û pirkîte de ew deng hergav tê bihîstin û nivîsandin.Lê hin caran di bêjeyên pirkîte de,gava parkîtek(tewang,veqetandek yan pirtikên nependiyê) bi wan bêjeyan ve dibe, nayê gotin; nayê xwendin û ji ber vê yekê wî dengî  pir caran nanivîsînin.
Û di vê babetê de Mîr  Celadet  Bedir-Xan dibêje: Ku ew deng, tevî ku nayê bilêvkirin,divê bête nivîsandin. Ji ber ku gava kîta ku wê nede xwendin ji bêjeyê dibe(i)û tê bilêvkirin.

Vêca hêvî dikim ku ev yek bala xwendevan û nivîskarên kurd bikşîne qena em bi hev re
li pişt yek taldeyê zimanê xwe biparêzin û di dawiyê de jî dixwazim têbîniyekê bibêjim

ku ev kar bi tenê nerîneke kurt e û nakeve  rêza lêkolînê de.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...