Di siya dengê te de

Mehmûd Badilî

Ev dengê her kîlêk tu dibihîze, û tu pê re dûr dere, li ber te dikeve, li hawîr te digere, bi te ve radipelike, di hundirê te de vedigevize, li ber siya derûna te peyvên te derbarî tiştan bêjing dike, û gelek pirsên matmayî bi şaxên dara hişê te ve dadileqîne, tu bi xwe re diaxive, tu bi xwe re bi rê dikeve, tu bi xwe re radiweste, û bi vî dengê ha re diweste, ev deng nifreta hebûna te ye, nifreta qêrîna jiyana te ye derbarî te û kesên din li hawîr te û karûbar û kêşeyên tu bi wan re dide û distîne, erê dengê derûna te ye, raman û kiryarên te ye, helwest û nerînên te ye, evîn û dixsiya te ye, serketin û têkçûnên te ye.
Ev deng dengê te ye, dengê berxwedana te ye, bê guman ne tu bi tenê dengê te heye, hemû xelk dengên wan heye, ji ber vê yekê divê tu têde bigihêje ku ne tu bi tenê li cîhanê heyî, mirovên weke te jî hene, , û her mirovek li vê cîhanê bangek wî heye, weke bangên hundirê te, ku hildibin û dadikevin, carna xemgînin û carna şadwerin, carna bi hêvî ne û carna bê hêvî ne, wisa mirov ligorî bangên hundirê xwe di gelek rewşên jiyanê re derbas dibe.
Ev deng banga hundirê te ye, û ev bang zimanê te ye, zimanê ku di rêya wî re tu hevpeyvîn û gengeşeyê bi xwe re û bi yên li hawîr xwe re li dar dixîne, îca du asteyên danûstandinê li cem te peyda dibin, yek jê hevpeyvîna tu bi xwe re dike û jê re tê gotin zimanê navxweyî. Ya duwem hevpeyvîna bi yên dîtire û jê re tê gotin zimanê derve.
Ligorî xweresteya her zimanekî te kiryarên te bi te re û bi yên li hawîr te re tên sînor kirin, bi vî rengî ji te tê xwestin tu baş xwe hînî peyvê û hevpeyvînê bike, çiku peyv bandorek wê yî mezin heye, dibe ku peyvek ji hêla te ve dilê kesê li hember te xweş bike yan wî ji te bitengijîne û dûr bike.
De tu jî bi min re, hinekî li banga hundirê xwe guhdar bike, û bi berpirsyarî li raman û kiryarên xwe venere, dibe ku tu carna di şaşiyê de werbûye, lê şaşî ne têkçûna dawiye, têkçûna dawî ku me re nema karibe ji şaşiyê vegere, ez bawerim her mirovek ger bixwaze karîn li cem heye ku xwe biguhere, û guhertin serkeftin bi xwe ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Weke her car Jan Dost dilê me li xwendinê vedike. Werine baxê Romana wî ya nû.

Şahşopa Jan Dost: nêrîneke Wêjeyî li ser Şer û mitaleyên serkirdeyekî

Romana Jan Dost * Şerê General yê Dawî* berhemeke bihêz e ku bi kûrahiyeke balkêş…

Şîlan Doskî

Helbesta Çima! ya Nivîskar Ezîz Xemcivîn wekî pirsgeha xwedî hest û dîmen, di nava wêjeya kurdî de derdikeve. Ew pirsên ku helbest dikare ji xwe bike: “Çima ez hîn jî hebûm?” û “Çima jiyan bi awayekî tê girtin, lê divê ez bimirim?” Helbest wekî tîrêj di deriyê xewnan, hest û…

Ezîz Xemcivîn

 

Kesayetiyeka ko pir gotûbêj li ser çê bûne, pir gotegot wek pencereyekê li ber hemû bahozan vekirî be…

Dixwazim çend gotinan ji bo dîrokê derbarê evê kesayetiya Kurdperwer û hezkerê welatê xwe pêşkêş bikim…
Seydayê Tîrêj ji min re got: „di mirina Xweda ji wî razî be têkoşer Hecî Mihemedê…

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…