Agahdarî û Pêzanîn Li Dor Vekirina Hola Mîr Celadet Bedirxan Li Qamişlo

Konê Reş

   Di roja 01/07/2012 an de, wê Partiya Çep a Demokrata Kurdî li Sûriyê, (Hola Mîr Celadet Bedirxan), ji bo parastina ziman û rewşenbîriya Kurdî li bajarê Qamişlo, taxa Xerbî, nêzîkî mizgefta Qasimo veke. Û her wiha wê di roja 15/07/2012 an de jî 61 saliya bîranîna koçkirina Mîr Celade Bedirxan di eynî holê de pêk bîne.

Hêjaye gotinê ku, piştî bihara erebî an şoreşa sûriyê dest pê kiriye, gelek partiyên Kurdan buroyên xwe bi rengekî eşkere li Qamişlo vekirine û di wan buroyan de holên rewşenbîrî bi navê navdarên kurdan vekirine wek, Hola Dr. Nûreddîn Zaza, hola Osman Sebrî , hola Cegerxwîn, hola Mihemed Şêxo, hola Reşdê Kurd..
Ev yekemîn care ku partiyek Kurdî holekê bi navê Mîr Celadet Bedirxan ji bo parastin û pêşxistina ziman û ferhenga Kurdî li bajarê Qamişlo vedike.
Sebaretî vekirin Hola Mîr Celadet Bedirxan li bajarê Qamişlo û pisporiya min di warê Bedirxaniyan û bi taybetî kar û xebatên Mîr Celadet Bedirxan de, birêz Salihê Gedo sekretêrê Partiya Çep a Demokrata Kurd li Sûriyê alîkariya min xwest.. Min jî bi sîngek fireh yarimtî û piştgiriya xwe jêre da zanîn û min jê xwest hinekî ronahiyê berde ser kar û barên vê hola ku bi nave Mîrê mîran,  mîr Celadet Bedirxan tête vekirin?
Camêr bi şahî wiha got:
Ez wek siyasetmedarekî kurd ku ji 50 salî ve xebatê di ber kêşeya gelê xwe de li Sûriyê dikim, her û her navê mîr Celadet Bedirxan di bîra min de bû.. Her ez li wê derfetê digeriyam ku rojekê karibim holekê bi navê wî, ji bo zimanê Kurdî li bajarê Qamişlo vekim, ku xort û keçên Kurdan bi tîpên latînî bixwînin û bi zimanê dayikên xwe bikenin û bigrîn.. Lê sed mixabin ew derfet nebû.. Va niha bi saya soreşa sûriyê ku ji sal û nîvekê ve li dare, min ew derfet dît û va wek ku hun dibînin, em ê di roja yekê tîrmehê de Hola Mîr Celadet Bedirxan di buroya xwe de li Bajarê Qamişlo, bi govend, şahî û dahol û zirne vekin.. Mebesta me ji vekirina vê holê, ku em zimanê xwe biparêzin, ew zimanê ku bi rawestnadina kovara Hawara mîr Celadet Bedirxan re bûye qedexe û wek ku hun tev dizanin, hebûna miletan di hebûna zimanê wan de ye. Em miletê Kurd li sûriyê hebûna me jî di pileya pêşîn de di zimanê me de ye . Û ez ne bawerim ku kesî ji ronakbîrên Kurdan wek mîr Celadet Bedirxan bi rol û giringiya zimanê Kurdî zanîbû, ma ne ew bû yê ku gotiye: Ziman şerta heyînê a pêşîn e..
Vêca bi vê helkeftinê em xelkên xwe li Qamişlo, Sûriyê û tevî Kurdistanê agahdarî vekirina hola mîr Celadet Bedirxan dikin û ji wan bi hêvî ne ku ku piştgirê me bin..
Û her wiha jî, em soz didin ku wê ev hol dixizmeta ziman û rewşenbîriya Kurdî de be..
Em ji niha ve, we vexwendî vekirina hola mîr Celadet Bedirxan dikin ku wê di roja 01.07.2012 de be û her wiha we vexwendî 61 saliya koçkirina wî dikin ku wê di eynî hole, roja 15ê tîrmehê de be. 
Hatin û beşdariya we bi me re, hezkirina zimanê Kurdî xurt û gurr dike.

Qamişlo, 23.06.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…