BÎNA AZADIYÊ

LAZGÎN DÊRÛNÎ

Ez bîna azadiyê dikim û ketiye pozê min , lê ez nizanim ka ew dûre yan nêzîke ji ber hîn nexwiyaye lê ji bîna wê xwiyaye gelekî xweş û şêrîne , ji mêjde û hetta roja îro ez li wê digerim li mala xwe , li gundê xwe, li kolanê bajarê xwe, li zîndana , li seranserî welat , lê qet min ew nedît.

Tovê azadiyê li vî welatî ne hatiye çandin , ne ji aliyê tevger û partiyan ve û ne ji aliyê rewşenbîr û ninîskaran û hozanan ve ji ber ew bi xwe ne azadin , vêce ewê çawa bibin tovê azadiyê . belkî xwîna pakrewana bibê tovê azadiyê ez bi wê bawerim.
Ez mirovê welatê xwe nasdikim , ez dizanim ew ne azadîxwazin ji ber rojekê ji roja  ne dîtine û ne xwarine heta bina wê nasbikin û doza wê bikin û ji pey ne vegerin lê tevlî vê yekê jî  me got va bayê guhertinê li me didê û rewşek nû peyda dibê û hêvîkek çêdibê belkî di navde ev gel xwe bugherê û pozê wî bişewitê dema xelkê bibînê lê mixabin xwiyadikê ew tiştê me digot nabê tidibê qey em korin û kerin me kumê koletiyê daye serê xwe û çav pehin kirine em di tirsa xwedene kû koletiya me ji dest me herê , li ser vê yekê em perwerde bûne,em hertiştî divin lê bê em tiştekî bidin ,  li gor dilê me dixwazê em raman dibin  , ne li gor derfeta em têde û ka çi ji me tê xwestin da em pê rabin wekî tevî milletê cîhanê ,gelo çawa rizgar û azad bûne .
Xelekeke winda di pirsgirêka kurdade heye ew xelek heta roja îro ne hatiye dîtin bi rengekî rast û dirist , ji vê yekê ji me tê xwestin em li wê xeleka winda bigerin û bi pirsin  bi şev û roj , ez bawerim roja ew xelek werê xwiyakirin wê bibê rojeke pîroz û mizgîniya dest pêka çareserkirina pirsgirêka kurd û hingî emê li azadiya xwe xwedî derkevin û emê birîna xwe dermankin.
23/6/2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Weke her car Jan Dost dilê me li xwendinê vedike. Werine baxê Romana wî ya nû.

Şahşopa Jan Dost: nêrîneke Wêjeyî li ser Şer û mitaleyên serkirdeyekî

Romana Jan Dost * Şerê General yê Dawî* berhemeke bihêz e ku bi kûrahiyeke balkêş…

Şîlan Doskî

Helbesta Çima! ya Nivîskar Ezîz Xemcivîn wekî pirsgeha xwedî hest û dîmen, di nava wêjeya kurdî de derdikeve. Ew pirsên ku helbest dikare ji xwe bike: “Çima ez hîn jî hebûm?” û “Çima jiyan bi awayekî tê girtin, lê divê ez bimirim?” Helbest wekî tîrêj di deriyê xewnan, hest û…

Ezîz Xemcivîn

 

Kesayetiyeka ko pir gotûbêj li ser çê bûne, pir gotegot wek pencereyekê li ber hemû bahozan vekirî be…

Dixwazim çend gotinan ji bo dîrokê derbarê evê kesayetiya Kurdperwer û hezkerê welatê xwe pêşkêş bikim…
Seydayê Tîrêj ji min re got: „di mirina Xweda ji wî razî be têkoşer Hecî Mihemedê…

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…