Arşevê OskanHêzên şebîheyan çi tînin serê sivîlan?
Nêzîkî sal û nîvekê ye xwîna gelê sûrî li kolanan dirje. Durişmên ku herdem em pê bang dikin, li derdora pirsên exlaqî dere û tên. Pirsa ku ez bêjim çima di dema kuştin û komkujiyên kurdan de kesî hêsir li ser me ne barandine, ew jî di çarçewa tolhildan û kînê de asê dibe, ne rewşeke normal û xweza ye ku em wisa bibêjin. Ev nayê wê wateyê ku neyarên me kujer û xwînrij bin, divê em jî wek wan zalim û çavsor bin, ku wan zarok û jin û kalemîr kuştibin divê em jî wek wan bikin.
Pirsa şoreşa ku niha li Sûriyê germ bûye, ujdanê mirovan li seranserî cîhanê dihejîne û karê ku li ser erdê dibe ne mirov bawer dike û ne jî texmîn dike ku mirovek karibe van hemû tiştan bi serê insanan de bîne û mûyek ji laşê wî neheje, ji serjêkirina zarokan bigre hetanî bighê veşartina mirovan bi saxîtî. Perdeya ku rêjîm xwe di bin de vedişêre jî, welatparêzî û erebûna zêde ya li dijî Israilê ye, kêferata bi Israilê re û hevbendiya bi hêzên terorê, wek Husbulah û Sedir û Îran re, bîst û çar seatan di ragihandina Sûriyê de dûbare dibe.
Cihê me kurdan di şoreşa Sûriyê de li kû ye?
Cihê me wek kurdên çar perçeyên Kurdistanê û bi taybetî jî kurdên rojava, di vê şoreşa Sûriyê ya ku cîhan pê mijûl e taybet e. Helwesta ku kurdên li beşê rojava û di nav sînorê Sûriyê de dijîn, ne gereke ku wek kurdên li beşên din û di nav sînorên welatên (Tirkiyê, Îraq û Îran) de bin bête şirovekirin. Gelek kurdên me li welatên Ewropayê jî dijîn û bûne welatiyên wan, ew di nav xêr û şera wan de ne, di hemû aliyên jiyanê de bi wan re têkildar in, nabe ku bêjin em nijadeke din in û tenê pêwistiya me bi kurdên dervî sînor heye, yan jî gelek caran di bin fermana wan de tevbigerin. Dema ku em nemûneyan di vî warî de didin, em pirsê zelaltir û rastir dibînin, wek tirkmenên ku niha li başûr û rojava dijîn û di bin fermana dewleta tirk de bin, me nerehet û bi guman dike. Helbet destêwerdana rêjîma sûrî di nav welatiyên Lubnanê de jî li ser bingeha mezheb û olî xelkên Lubnanê nerehet dike.
Xebata kurdên rojava niha li ser du têlan diherike, yek jê ”Encûmena Netewî ya Kurd” û ”Encûmena Gel” ya ku bi ser pkk ê ve tê hesibandin. Ne ji nêzîk ne jî ji dûr ve armancên wan ne nêzîkî hev in. Aleyên ku di meş û mitingan de hildidin ne yek in, dem û kêliyên meşan ne bi hev re ne, durişm û bangên wan ne wek hev in… her yek dixwaze kolana kurdên rojava di bin bandora xwe de bilivîne, û keysa xwe lê zeft bike. Pirsa ku em li dû derin û ji me re balkêş tê; heta kîjan radeyê kurd di vê şoreşa mezin de beşdar in û karin di paşeroja vî welatî de hevpar bin? Em tim ji xwe dikin û em nikarin bighên bersiveke zelal û pêbawer. Encûmena Netewî di hundirê xwe de li ser gelek nakokiyan dimeşe û Encûmena Gel jî heta niha nikare xwe ji bin bandora tewana girêdana bi rêjîmê re rizgar bike. Kar û barê ku dikin mirov mecbûr û bêçar dike ku di vê neynikê de wan bibîne.
Çi ji kurdan tên xwestin?
Ji bo ku kurd bibin hevparên vî welatî û jiyaneke hevbeş û paqij bi hev re derbas bikin, divê ji gelek guman û dudiliyan bidûr kevin. Rêyek bi tenê li pêş kurdan heye ew jî jiyana bi xelkên Sûriyê re ye, û ev yek ji xelk û sazî û partiyên din ên perçeyên din yên Kurdistanê diyar e.. 40 sal şer û berxwedan û şoreşe li dijî rêjîma Bass ya Îraqê û bi sedhezaran qurbanî, di encamê de jiyana bi hev re wek enternatîfa bi tenê hat jiyandin. Li bakur jî 30 sal şer û bi dehhezaran qurbanî, biryara jiyana bi hev re ji serokatiya kurdan bigre hetanî cemawer vê yekî wek istratîjî destnîşan dikin û fikra dewletbûna Kurdistaneke serbixwe wek şaşiyeke dîrokî tê dîtin – helbet ev yek li cem alîgirên pkk- çendî em keysa xwe di bûyeran de bikar bînin jî, divê em wê keysê û durûtî ne li ser hesabê mafê kurdên rojava bikar bînin..
20.06.2012







Şîrove (0)