Firmêskên ziha

Elwan Şivan

Ji bê dengiya îskên bê fermêsk
Di govend û dîlanên zîzokên payîza welatê min
Yên ku di zikê ezman de dileyîzin
û baweshînkên pora te
Xwelîya bablîsokan li min dibarînê
Kelekên bazirganên evînê talan dike
Di evîniyê  de

Dimînin sos û  biryarên jibîrkirinê
Ku di hewldanên dilê min de têk chûn
Sorbûna hinarkên min ji rengiya lêvên te
mana nîsanên bê wêne
û di bîranînê de

Xewnên bi tris û  fincanên li destên falbendan
Ku jehir û qetranin bîrtînim
û shevbwêrkên tenayê dijmêrim
Serpêhatiyê evîndara
Wek chîrok li  shîna tenaya xwe pê mijûlim

û serdanên tayên sar û germ nosh dikin
Di peyalên keseran de berbihewa  û bilindin
Lê dîsa ji bê dengiya îskan

Birînên bê aram û qemûshkên lêvên min
Ji sira bayê kur bayê heskirinê
Pûch û ziha dikê
Payiza bi ser buhara de berdidê
Dilê ku ji buharê têrnebûye

û  xwihdana  bendewariyê û fermêskên
Aramiyê ku baweshînkên pora te
Paqij û ziha nekir
û dil di dengiya îskan de diveceniqê
Ji xewnên derew dixindirê
Di derya  û rûbarên fermêskan
Ber mirinê dichê û di xeniqê  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…