Êvara helbestê

 Ciwan Nebî

Êvar dadikeve odeya te, weke keçika te bi sînga te ve hildikişe_ tu haj xwe heyî? 
Çendî hewl bidî tu ê nikarî bî vê kêlîkê bigrî, vê êvarê û ew destê xwe dirêj dike maseya te, kursiyê mîvanan û bi te re qehweyê vedixwe_ dest bi helbesta xwe dikî. Êvar hundurê te ji te dişo û te bi tevî şîniya xwe dike, zelaliya xwe û li te dibare. Tu nuha êvar î di helbesta xwe de, diçî, bi rojê re çûyîava, tu li rêyên êvarê  hest dibî ku hildifrî, tu hildifirî xwe û kêlîkên neynikek…
Êvar li bîra te tîne ku tu îro neçûyî kar, derneketî  ji malê,  te û kesekî negirte hev îro, te sixêf nekirin û jina ku mast di rê de difroşe nebeziya pêş te, bi hemî ciwaniya xwe, ji te re negot( Canê min tu hatî). jina çil salî ku porê xwe bi hatina te re weke vê êvarê diweşîne qena sibeha te destpê bike, tu jî . Êvar jineke çil salî ye. Wilo tu dikarî ji helbesta xwe re bibêjî û çavên xwe li çixareyên xwe bigerînî. Tiştek gereke te hişiyar bike ji êvara te, ji çûyînan, ji hevalên te yên girt î, ji şehîdên ku dimrin û te sax dihêlin di mirina te de, li paş xwe. Êvar wellatê te ye. Wilo jî tu dikarî ji helbesta xwe re bibêjî , tu dikarî bibêjî ku wellatê xwe bedew weke vê êvarê dixwazim, weke zelaliya vê êvarê_ xwînê rawestînin…
Dest bi xwe dikî tu. Hinek ji te ne ji te ye. Hest dibî, hinek ji te yan tu tev li dereke din î. Ez baş im, derbas dibe, ger ez tirimbêlek ba wê min xwe gihandiba gaziya herî nêzîk. Ji hevala xwe re dibêjî di telîfonê de û serê xwe dixî ber xwe de, tu dikarî serê xwe deynî ser himbêza hevala xwe jî ger bixwazî, ew ne li vir e, tu dikarî serê xwe deynî ser himbêza vê êvarê û helbesta xwe berdewam bikî, bihijmêrî şehîdan_ şehîdên wellatê xwe_ bigrî bi dayêkê wan re, bi zarokê wan re bilîzî û bi hevalan re rahêjî darbestê wan vê êvarê, tu diçî, tev diçî û êvar her roj ew êvar e, normal e êvar, lê helbesteke li ser êvarê gereke weke êvarê be, bi xemgîniya êvarê be û weke êvarê xatirxwestinê bistirêne_ te nas kir?
Xwebidehev weke ku tu li ber  ketina dawî bî, destê xwe li ser laşê xwe re bibe, xwe nas bike_ mirovên weke te gereke xweşik bimrin bi êvarê re, xweşik xatir bixwazin ji xwe, ji şehîdan. Êvar daweta xatirxwestinê ye û tu di himbêza êvarê de xatir dixwazî, xatir ji te dixwazin ewên ku tu nabînî, nas nakî, besî te ye ev êvar ku tu bibêjî ez jiyam rojekê, min hez kir …
Êvar şêlûbêla odeya te diçirisîne, cilên te yên avêtî aliyan jî, peyalên qehwê, pirtûkên ne xwend î, ava rijiyayî û bêhna hevala te ku maye sibehek. Ancex tu karîbî bistirênî vê êvarê û ew te dibe xwe, ew te li xwe niştecî dike. Wellatê te ye êvar, te ev nas kir û li asîman dinihêrî, kevok li bîra te tên, ne ji tiştekî re. kevok weke êvarê ne û hew, weke baranê ne, weke xwîna ku diherike ji ciwanên wellatê te, ji wellatê te, ji hellbesta di nav destên te de vê êvarê, xwîn kesk e, lê çavên wan sor in. te rojekê wilo got. Xwîn êvarê ber bi devê xwe de dikişîne. Helbesta te dibêje nuha û çavên te şîn tên, rihê  te diherike weke ku çemek be û weke ku tu êvar bî tu xatir dixwazî ji şehîdan, ji xwe û helbesta te xatir dixwaze ji êvarê, ji te…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...