Zimanê kurdî di bendewariyê de ye

  Şepal Hêvo

Bêguman serê me ji vê tevdanê bela-wela bû, kî hat û got: Ziman nasnameya me ye, gereke  em bi zimanê dayikê xwe bişopînin.Gelo vî mîxî dîwarê hestên me nehêrifand û me ji rastiyê re tazî nekir?,ango kesî bawer nekir ku bi tenê dizane navê xwe binvîse û bû (Nivîskar).

Di vê babetê de jî , dixwazim bînim bîra we, ew kesên ku dîwarê zimanê kurdî nizim dibînin, rast e zimanekî adînoş e û di hûnavê civakê de rehên xwe venedane,
 lê di baweriya min de ziman sînorên qûnaxa yekemîn derbas kir û çirûska hêviyê dada.Û ji ber  karwanê pêşveçûnê bi lezgînî dibeze, min xwest we hayedar bikim, ku mirov di gerînoka poşmaniyê de tarîvarî bibe.wê çi talanê bi serê xwe de bibarîne.
Ço …. ço , şoreş li dare .. girara sêwiya li ser agirê nivîsandinê maye, ez ne dijûnan dikim ez gazinê dikim.Hîn jî zimanê me yê rikberî û nakokiyê ye, hîn jî em serê hevokên xwe tûj dikin û di tariya gotarê de em  bi şêweyekî kesane hev dixapînin. Bi navê rexneyê yan di bin navê pesindanê de , em lehengên sexte dispêrin hev.Bi qasî ku em guh didin navdariyê yan jî bi qasî ku em li ber navê xwe dikevin, go hinekî ji bejin û bala xwe daxînin û di mirêka civakê de li xwe binerin , bê çiqasî em bedew in?, û li vir di navbera heştê û heş kevanî de.. pirsek bi tenê ji wan kesên ku bazirganiyê bi ziman dikin: Çi cûdabûn di navbera kesê ku namûsa xwe difroşe û kesê ku zimanê xwe difroşe?.
Dixwazim bi kurdî bijîm, bi kurdî hezkirinê bikim , bi kurdî biramim, lê kî dikare peyvên wê di sikakên zaroktiya nifşên nuh de bi dilovanî biçîne, kî dikare hevoka kurdî  li ser rûyê danûstandinê rabixe, kî dikare bi kurdî  me ji temarê rizgar bike?.
Di malperên  kurdî de, yên ku du zimanan bikartînin, ango bi Kurdî û Erebî tê şopandin, pir nivîskar û behremendên kurd, hewil didin bi şêweyekî rojane hevjînî dema xwe bibin û karibin bîr û baweriyên xwe di rêya nivîsandinê de derînin. Û ya herî balkêş, ta ku sed gotarên Erebî belav bibin , bi tenê mîna sêwiyan yeke kurdî serê xwe radike û di nav şêlûbêla dilmaniyê de winda dibe.
Lê pirsa herî giring, dema em nivîskarekî xwedî ezmûne û rola wî di ber ziman de heye, û hîn jî mîna şagirtekî ku ji nuh ve fêrî alfabeya kurdî dibe, zimanê xwe bi dehfan dişopîne.Ev keysbazê han  yê ku  ji aç û bajar .. bi sîpetî radihêje gunehên  xwe û ji me re eşkere dike,
mîna ku ji bilî xwe tu kesî nabîne xwe raçengî her tiştî dike.

Ziman para her kesî ye, û ji mafê her kurdekî  ye ku wî bi şanazî hembêz bike, lê gelo ji mafê kê ye , zirarê bighîne tendurustiya vî zimanê bedew, yê ku di qermîçokên kena wî de kesera miletekî bindest veşartiye?.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...