Şahiya cejna zimanê kurdî li Dêrika Hemko

Bi helkefta 15ê gulanê cejna zimanê kurdî .. saziya perwerdeya zimanê kurdî-Dêrika Hemko şahiyeke germ û rengîn li ber deriyê saziya xwe lidar xist, sazî û kolan tev bi al û wêneyan hatin xemilandin. Wêneyên zimanzanên kurd ên navdar wek Cegerxwîn, Ehmedê Xanî, Celadet Bedirxan û wêneyên rêberên kurda mina Ebdula Ocalan, Şêx Se-îd, Qadî Mihemed û Barzanî jî hatin hildan. Karnameya  şahiyê bi kêliyek  bedeng li ser giyanê rewanpakê kurdistanê despê kir, di pey re zarokên saziyê û xwendekarên wê bi hev re sirûda netewî Ey reqîb xwendin.
Endama TEV-DEMê û mamosta zimanê kurdî Nûjîn axaftineke berfireh li ser zimên kir û rola zimanî di civakê de diyar kir, rewşa ku Rojavayê Kurdistanê û Sûrî jiyan dike anî ber çav û giringiya zimanê kurdî û perwerdeya pê..zelal kir û got: ev sazî berhem û keda şehîdan e, ev sih sal e tekoşîna me ya zimên despêkirî, divê îro ji her demî pitir em li zimanê xwe xwedî derkevin û derfeta hatî bernedin. Zarokên perwerda xwe ya kurdî standîn di saziyê de.. bi helbestên kurdî û stiranên xwe mêvan dilxweş kirin û hestên wan bilind kirin. Ji rêveberiya saziyê mamoste Ciwan Dêrikî bi navê mamosteyên saziyê.. xêrhatina mêvanan kir, cejna zimanê kurdî li tevan pîrozkir, her weha rola ziman, dibistanan û dîroka dibistanên kurmancî ji serdema Ehmedê xanî ta dema îro bi kinayî anî ziman, dîsa ji gel xwest ku giraniyê bide zimanê dayîkê, û spasiyek taybet ji dayîk û jinên kurde re pêşkêş kir çimkî ji sedî 85 xwendekar û şagirtên saziya perwerdeya zimanê kurdî li Dêrika Hemko jinin, rewşa saziyê ji dema vekirina wê ta îro raxist ber çavan. Her weha hunermend û stiranbêjan jî gelê beşdar bicoş kirin û rakirin dîlanê, di pêşî de Hesen Dêrikî bi stirana ( zimanê kurdî şêrîn û xweşe) despê kir, ji koma awazê çiya Baran bi stiranên xwe yên şoreşgerî hemî mêvan dilxweş kirin. Hunermendên gelêrî Hejarê Elanê, Hesen silêman û koma roj bi deng û awazên xwe şahî gerandin. dawiyê bawernameyên xwendekarên asta yekemîn ji perwerda xwe bi dawî kirîn bi xelatan hatin belavkirin, herweha çend dayîk û mamoste jî ji hêla rêveberiyê ve hatin xelatkirin.
Hêjayî gotinê ye em bînin ziman ku di newroza îsal de 15 xwendekaran bawernamên xwe ji saziya zimanê kurdî-Dêrika Hemko wergirtibûn, di vê roja cejna ziman de jî 36 xwendekarên dî bawernamên xwe girtin. Şahî bi belavkirina şîranî û şekiran û digel stiranên netewî bi dawî bû.
Zimanê kurdî nasnama gelê me û hebûna wî ya netewî ye.
Cejna hemî heskirên zimanê dayîkê pîroz be.
Saziya perwerdeya zimanê kurdî-Dêrika Hemko
15 5 2012
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…