Salvegera rojnameya kurdî

  Bilind mela mihemed

– Berî 114 salan de , di roja 22/04/1898an de, yekemîn rojnameya kurdî  bi navê KURDISTAN, li Qahîre, paytexta Misrê, ronahî dîtiye. Ser destê  Mîr Miqdad Midhet Bedirxan,  hat  derxistin û waşandin û belavkrin  Û li def  kurdan cihê  Şanaziye û dilxweşiyê ye, ku di 22.nîsanê her sal cejina rojnamegeriya kurdî ye.

 Pêdviye  û erkek li ser milê meye  em malbata  Bedirxaniyan her dem û gav bînin di  bîr û hizrên  xwede.
Ji ber vê malbatê  gelek kar û xebat jibo miletê xwe terxan kirine, lewre pêwîste em van lehingan  di bîra xwe de bînin. 
 Mîr miqdad Bedirxan,pêwêstiya û pêdiviya nûjenî û hebûna rojnameyekbinavê kurdan were dirûstkirin   bi kurdî wiha dibêjê: (( ez dizanim ko kurd derbarê dîroka xwe de xwedî zanîn û agahî nînin. Ji ber vê sedemêye ko ezê ji vir şûnde behsa dîroka mezinên kurdan bikim.))  .
Û rojnamevaniya  kurdî hate damezrandin  ji bo pêwestiya rewşa kurdî li cîhanêde . ji ber  ko rojname ji welatê bav û bapîran dûr ket , li misrê hatî ye derxistin ji sedema ko  dewleta tûrk  ji serhildanin  kurdan û şiyarbûna wan, ûji evraziya  dûrişma  welatperweriya  miletê kurd ditirsiyaû xemin mezin dixwrin û lewra  astengî û alozî bo rewşenbîrên kurd dûrist tikir ko rewşenbîrên kurd  ne serbesitî  karê  xwe berdewamî bikin û weşana rojnamevaniyê bikin. Piştî ko rojnamê li misrê dest bi weşanê kir, dewleta Osmanî alozî û zext li misrê jî kir ko wê qedexe bike. . Û piştî ko  mîr mîqdad çû ber dilovaniya xwedê  û hijmara rojnamê gihabû  hijmara pincê  birayê wî mîr  Ebdulirrahman Bedirxan ev berpirsiyariya dîrokî  hilgirt ser milê xwe û berdewamiya karê mîr miqdad kir  .
 Li ser zordarî û  astengiya dewleta tûrka   rojnameya Kurdistan bi neçarî gelek dewletan  hate veguhastin. Bedirxaniya  rojnameya (Kurdistan)  derbasî  ewropayê kirin.
 Û mîr miqdad di hijmara çarande Rojnameya Kurdistan û têde bang û hawara xwe diyardike ji miletê kurdre û weha gûtiye: (Gelî Mîr û Axano . Kurdino . baş bizanin xwendin. ilm û merîfet li dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike. mirov mihtacî tû nabê.  Û heger  hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemiyan xurtir û dewlemendtir bin). Rojnameya Kurdistan piştî Qahîre li Swîsre û Londonê jî hatîye derxistin piştî hijmara pence rojnama kurdistanê berê xweda ewropa û li swêsra jimara şeşê hate belavkirin û berdewamkirin ta jimara nûzdê piştî hingî rojnama kurdistanê li bajarê lendinê hate belavkirin û Hejmara dawî ya Rojname Kurdistan giha (31)ê  di sala 1902 yê derket.
Kemal mûzefir di pitûka xwede dibêjê (( rojnama kurdistanê jihek wê yê pîroz heye di nav dîroka rojnamevaniya kurdande .))
Û di sala 1929 li bakûrê kurdistanê serokê serhildana agirî îhsan norî paşa rojnamek derxist binavê ( agirî ) û pêşkêşî gelê kurdan kir .
 Di sala 1932 an de mire zimanê kurdî mîr celadet elî bedirxan li bajarê şamê gûvarek binavê (hewar ) ya binav û deng hate weşandin  gûvara hewar qûnaxek nûjenî di warê zimanê kurdîde bo.bi hewarê zimanê kurdî xwe rêzgar dikê ji tîpin erebî  Û birêka  Hewarê zimanê Kurdî bi taybetî Kurmancî û dimilî bi  tîpên latînî hate nivîsandin  Hawar  wek qûtabxanek pîrozî dizimanê kurdî de bo .
 Û li başûrê kurdistanê gelek rojname û kovar wek ( bangî heq – rojî kurdistan – ronakî hewlêr ) û gelek rojnameyên dî  li bixûrtbûna tevgera kurdî li başûrê kurdistanê û damezrandina partîyên siyasî bi taybetî PDK ko rojnamevanî kete qûnaxek pêşketîde.û bi xebata tevgera rêzgariya kurdî bi rêberiya barzaniyê nemir çapemenî û rojnamevaniya kurdî pêşve çû .wek rojnama xebat yak o di sala 1955 de hate derxistin .
Û em dikarin bêjin rojnameya kurdî û dîroka kurdî bi hevdûve girêdaye Lewra ko îro berdewama dîrokê ye.. Ji ber vê sedemêye ko rojnameya Kurdistan belgeyek e dîrokî ya mêjûya nivîskî ya gelê kurde .  Ev belge ji vejîna netewa  kurdîtyê û ji rojnamegeriya kurdî re bûye serek û çavkanîyek.. Gelê kurd  hebûna wî ya neteweyî hatî ye parçekirin û li her parçeyê jî bi zilm û hovîtî  re rû bi rû maye, bi rêya vê rojnamegeriyê  gihiştî ye hev. Ev belge li her parçeyê rewşenbîr û kedikarên rojinageriya kurdî li ser heman daxwaz û mirazî anî ye cem hev  . Eger ko îro rojnamegeriya kurdî gihiştî ye vê ast û qonaxa bilind ko mirov tû car  nikare bi demên kevin re rûberê hev bike, ev ji berhemê  ked  û kara  Bedirxaniyane.
mîrata ko Bedirxaniyan  afirandiye û derxisitiye li meydana kurdî de wenda nebûya û  îro bûye encama   deriketina bigelek  rojname û govar û pirtûkan  . Bi kurtahî Bedirxaniyan  bi serfirazî  ser ketin,û Li her parçeyên Kurdistanê kedikarên çapemeniya kurd û rewşenbîr di wê ast û hêza pêkanîn û serkeftinê de ne . Di dawiyê de, ez cejna slavegera rojnamegeriya Kurdî li hemû rewşenbîr û rojnamevanên kurd  pîroz dikim û ez hêvîdarim, ko ev  bîrhatina he bibê wek  encamek  ji bo danîna pilan û pirogramek rast û durûst  ji bo serkeftina rojnamegeriya  kurdî  .

21/4/2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…

Hişmend Şêxo

“Nerînek di derbarê rewşa Sûrî de”

Di sala 2011an de qeyrana Sûrî destpêkir û ji wê demê de ji ber zihniyeta rêjîmê û nepejirandina wê ji daxwazên hemû pêkhateyên gelê sûrî re di gorankarî û çaksaziyê de û li şûn sivikirina êş û azara welatiyan û dayîna azadiyên giştî…

Mislim Şêx Hesen

Bi berfirehkirina çarçoveya lêkolînên li ser dîroka Ala Kurdî, dikare were gotin ku ev sembola neteweyî di kêliyekê de derneketiye holê, lê belê di pêvajoyeke dîrokî ya dirêj de ku bi pêşketina hestên neteweyî ya Kurdî û guhartinên siyasî yên li herêmê ve girêdayî ye, form girtiye.

Lêkolînên…

Gulistan Resûl

Ala kurdî ala meye

ew tim navnîşana meye

keske sore sipî pêre

Rojeka zer dinîvde mohre

Tirêjin wê bîst u yekin

dîroka Newrozê dikin

Ala me alek hêjaye

di dîrokê de deng daye

rengê ala me şêrîne

mixabin dinav alan de…