REGEZÎ (DOGMATIZIM) Kiryarên regezî , civakê tevahî winda dike û ber bi rûxandinê ve dibe

Nivîs : Melevan Resûl

Li roja 13/4/2012an , yaneya Ehmedê Xanî simînarek ramanî li ser regezperistiyê li gundê Bane Qesrê bi beşdarbûna hejmarek rewşenbîr, niviskar, siyasetvan û xemxurên wêjeya kurdî ji bajarê Dêrika Hemko amade bûn , mijar ji bal mamoste Mihdî Şêx ve hate pêşkêş kirin , rêveberê şevê nivîskar Melevan Resûl destpêkê bi kêlîk bêdeng dest bi vekirina şevê kir , şev li ser du beşan hate belav kirin , di qunaxa yekê de simînervan Mihdî babeta xwe şirovekir,
piştî bênvedanekî di navbirê de hunermend Bavê Elî û şanoger sekvan û Hisên skêçek komîdî bi mijara şevê ve girêdayî pêşkêş kirin û di qunaxa duyem de guftûgo li ser mijarê ji bal mêvanan ve hate zengînkirin .

Li jêr em sernivîsên mijarê xal bi xal radixin .

REGEZΠ ( DOGMATIZIM)
pênasîn , diyarde , rave , sedem , encam û çare


pênasîna regezê : di ziman de tê wateya tund û tûjîtiyê, yan hevgirtin û piştgirtina bi
xizim, kes û karan, hoz û eşîret, etnîk û nijadê ve .
Diyardeyên rêgezperistiyê :
1- Regeziya partîtî : palpiştina çînekê yan cûreyekê yan komeke civakê ya ku alîgirê wê ye û evrabûna rêbaza wan û devlêkirina kesên dij ramanê cihê .
2-Regeza etnîkî ( nijadî ): piştgiriya nijada xwe mina nijadperistiya Osmaniyan ji nijada wan re, û regezperistiya Ereban bi ser nijada wan ve û şerkirin li hember hemû nijadên din .
3- Regeziya olî û baweriyê : ew di navbera bawermendên yek olê de derdikeve mina ( Malikî , Henefî , Henbelî û Şafi-î ).
4- Cihêkirina nijadî : di navbera jin û mêran de, di reng û bîçmeyan de , cihêkirina navbera koçber û mişextan de .
5-Regeziya ramanî : ew jî nepejirandina ramanên başqe ye û ne guhdarkirin û bêpûtedan , û rexnyên tûj û mejîkî hişk .
Ravekirinên çep û çolîtiyê:
1- Dibistana nasîna psîkolojî: ew sedemên van kiryarên çep bi ser derûna psîkolojî ve divegerîne, nimûne dijminahiya li rex hinek kesan derdikeve mina anarjiya germok zêde dimîne û  li benda bêhnberdanê dimîne, li gora pisîkolojnas Mustefa Zêwer dibêje ( tundiya çep diyardeyek civakî ye û ji bingehê xwe ve bi saykolojiya mirovan ve girêdayî ye ).
2- Dibistana civakî : bi dîtina Dorg Hayim bandora civakê û rewşa wê bi rewiştê ve girêdayî ye û mirov mina leystikvan dimîne .
3- Dibîstana diraviya dîrokî : sedemên sereke ne di naskirina diyardeyên ramanî û kartêkirinê de, ev diyarde girêhişka li hev siwar e , hinek jê ji encamên saykolojî ne yan olî ne yan jê siyasî ne û yan jê civakî û ekonomî ne .
Sedemên regeziyê :
1- Gewrebûna kesatî : nola Fir-ewn gotî(tişta ez dibînim hûn bibînin û ez ê ber ê we bidim riya rast ).
2- Nezanîn û paşkeftina zanyarî: nenaskirina kesên din û netêgihiştina zanyarî dihêle ku ber bi pişaftin û nepejirandinê ve here .
3- Evratiya mirovan (xwedawendî ) : her wekî di Qur-ana pîroz de hatî
(اتخذوا احبارهم ورهبانهم أرباباً من دون الله ) .
4- Xwegirtin û asoyê teng: têkilyên wan bi kesên din re nine û di ramanên teng de dimînin , eva jî ber bi terorê ve diçin û nepejrandina tu kesî.
5- Kewdana civakî: kewdana civakî bandora wê li hember reng, cins, hoz û qebîlet û civakê.
6- Têgeha olî ya çewt: nenaskirina têgeha olî dihêle ku bawermend li hember hev derkevin mina dijberiya navbera Musilman û Xiristiyanan de .
7- Windabûna sincî di karanînê de: mina dadmendî û wekheviyê di navbera hemû mirovan de û rêzgirtina bîr û baweriyan .
Encamên regeziyê:
Ev encamên ne rewa hemû dibin sedema belavbûna civakê û tund û tûjîtiya li hember hev û di encamê de şer û pevçûnên dijwar li rû didin .
Bandora oldariyê:
Ola islamî bi dijwarî li hember hemû rengê regeziyê derdikeve , her wekî xwedayê dilovan gotî :
( ولقد كَرمنا بني آدم ) (ياأيها الناس إنا خلقناكم من ذكر وانثى وجعلناكم شعوباً وقبائل لتعارفوا   ) .
Çareserî :
1- Guhdan û xwedî lêderketina bîrewerî û kêrhatiyên civakî û zanistî
2- Girêdan û bestina kongire û yaneyên rewşenbîrî bi hêviya çareseriya van gengeşeyan û sererastkirina hişmendiya civakê .
3-  Dûrketina ji zivirbûn û diyardeyên kuştin û tawanbariyê .
4-  Danûsatndina hişmendî bi rêbazên çep û dijwar re.


شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…