Konferansê şeşa yê PDPKS rêxistina Elmanya de hate lidarxistin

Di roja şemiyê 07.04.2012 an de li bajarê Kasselê yê elmanî konferansê şeşa yê rêxistina partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê û bi amadebûna endamên partiyê ji hemû herêm û bajarên Elmanyayê hate lidaxistin, konferans li gor rêzana hindurû ku her du salan pêk têt, hate li darxistin.

Di destpêkê de birêvebirên konferans bi xêrhatina hevalên amadebûne kirin, û bi tevayî navê hevalê koçkirî xebatkar Ibrahîmê hecî Sebrî yê ku di 29.02.20012 an de koça dawî kiribû li konferans kirin,
 ew jî bo rêz û nirxandin ji kar û xebata wî re ku pirê jiyana xwe di berdestiya pirsa miletê xwe yê Kurde de terxankiribû, ji dema endametiya wî di serdariya partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li sûriyê de, paşê heval kêlîkeke bêdeng li ser giyanê pakrewanên şoreşa sûriyê û miletê Kurd rawestiyan, herweha heval Ehmed Silêman endamê nivîsgeha rêzanî ya partiya me û serûkê encûmena niştimaniya Kurd di peywendiyeke têldengî de silav li endamên konferans kir, û li ser rewşa rêzanî ya hestiyar li Sûriyeyê û li ser hemû kar û barên ku tevgera kurdî daye ser milê xwe axivî, û di dawiya axaftina xwe de hêviya serkeftinê ji karên konferans re kir.
Piştî wê sê heval bo birêvebiriya konferans bikin, hatin helbijartin, wan karname û hemû têbînî û pêşniyar û rexne di civatnamê de bi hevalan re bi hûrî bicîkirin, û rapora rêzanî ya ku hatibû amadekirin ji aliyê desteya birêvebir ve ya rêxistinê ya berê hate xwendin, û têde rewşa rêxistinî û diravî hate ravekirin, û di warê rêzanî de endamên konferans gîringiya encûmena niştimanî ya Kurd di bin siya şoreşa Sûriyê de teqez kirin, ku ev yekîtiya rêza kurdî ku delîvek e dîrokî ji miletê Kurd re di Sûriyeyê de çêdike, ji bo bi destxistina mafên wî yên neteweyî yên rewa li ser bingeha pirensîpa mafê çarenûsî yê ku encûmena niştimanî ya Kurd di 26.10.2011 an de li bajarê Qamişlê xwestibû.
Hêjayî gotinêye ku amadebûna ciwanên pêşverû bi pirî di vî konferansî de balkêş bû, wan jî bi pêşniyarên xwe yên nirxbilind yên ku ji xwendin û karzanîna xwe ji şêweyên sîstemê di dibistanên Ewropayê de girtine, pêşkêşkirin, û ji bo vê gîringiyê hevalan dît ku pêwîste du endam ji van ciwanan di desteya birêvebir de ya rêxistina me li Elmanya bêne helbijatin. 
Di dawiya karê konferans de desteya birêvebir û berpirsê rêxistinê bi serkeftî hatin helbijartin, bo bi kar û barên rêxistinê li Elmanya rabin.
 
Kassel – Elmanya

09.04.2021

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…