Daxuyanî.. ji nivîskarên kurd li bajarê Hesekê

Piştî danûstandinek berfireh derbarî avakirina yekîtiya nivîskarên kurd li Sûriyê, ku ev pirojeya kevn û nuh di heman gavê de, îro dilxwestinek germ ji hêla hemî nivîskarên kurd li Sûriyê heye ku here serî, û li ser zemînê lidarkeve, çiku pêwîstî û hewcedariyek mezin pê heye nemaze di vê qonaxa ku miletê Sûrî bi tevayî û miletê kurd bi rengekî taybet têde derbasdibe digel şoreşa rûmet û azadiyê.
Her em di wê baweriyê dene ku azadî li ber deriye, û şoreşa Sûriyê gavin baş ber bi guhertinê de avêtiye, lê qonaxa ku bê, dê hestiyartir û dijwartir be,  îca ji me tevan  tê xwestin (nivîskarên kurd yên hundir û derveyî welêt) ku em bi berpirsyarî li rewşa xwe binêrin û derbarê xwe karekî rast û ronî bikin,  xwe bidin ser hev û karûbarê xwe bi rêk û pêk bikin ber bi karên dezgehî û sendîkeyî, belê karûbarê me tevan di bin sîwanekê de xizmeta herî mezine bo wêjeya kurdî, û pêşxistin û rengeziya rewşenbîriya kurdî.
Gelo çi ji me têxwestin û divê em çi bikin taku tirên di me de derbasnebe..?
Em, ev kesên me navê xwe li bin vê daxuyaniyê emzekiriye, dibînin ku avakirina yekîtiya nivîskarên kurd li Sûriyê divê ku baş kar û xebat û danûstandin li ser bê kirin, û çi danûstandina ku bibe divê ku têkeve warê kar û bi cî û war bibe, ne tenê bimîne peyv û gotin. Ji ber vê, di civata xwe ya dawî de roja înê 6/4/2012, em bi van xalan derketin:
1- Nivîskar yê ku bibe endam, ew kesê xwedî berheme, di ware wêje û rewşenbîrî û zimanê kurdî de (berhemên çapkirî û yên destnivîs), û rola wî berbiçave di warê rewşenbîriya kurdî de, çi bi zimanê kurdî, çi bi zimanê Erebî, û ji mafê her nivîskarekî kurde ku cihê xwe di yekîtiya nivîskarên kurde bibîne, û qet çênabe ku tu kes bê paşguhkirin û dûrkirin.
2- Nav: em pêşinyar dikin ku nav (yekîtiya nivîskarên kurd li Sûriyê) be, lê dîsa çi nav bo vê yekê bi rewşa miletê kurd re û bi paşeroja wî re guncaw be, em pêre ne, ya giring li ba me karê yekîtiyê û bicîkirina armancên wê ye.
3- Zimanê kurdî zimanê serekeye yê yekîtiya nivîsakrên kurd li Sûriyê ya ku bê damizirandin.
4- Sebaret nivîskarên kurd yên bi zimanê Erebî dinivsînin divê ku bi kêmanî bi zimanê kurdî bixwînin û binivsînin taku endamîtiya wan bê pijirandin.
5- Ji bo nivîsandina rêzbenda hundir ya yekîtiyê divê ku hemî nivîskarên hundir û derveyî welêt têde beşdarbin di rêya nûnerên ku dê bên hilbijartin ji aliyê dever û bajaran.
 nimûne bajarê Hesekê , bajarê Amûdê, Qamişlo, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Efrînê, Kobanê, Dêrik, Şamê, Helebê.. t.d, û wisa her bajarek yan herêmek sê ta heft nivîskaran bên hilbijartin û bi hev re karûbarê lidarxistina yekîtiya nivîskarên kurd bikin.
6- Divê ku kongirê giştî yê yekîtiya nivîskarên kurd li Sûriyê li bajarê Qamişlo be, û navenda yekîtiyê li Qamişlo be, û hemî bajar û deverên din tev bajarê Qamişlo şax bin jê re.
7-Her em sozê didin ku emê bixebitin bo yek hevgirtinê, û ji bo navekî tenê, armanca me ya sereke ku yekîtiya nivîskarên kurd li Sûriyê bê damezirandin û hemî nivîskarên kurd yên hundir û derve xwe têde bibînin.
8-Hêvîdikin ji xweşk û birayên xwe, nivîskarên kurd ku li ser vê Emailê bi me re bidûbistînin: mbadili3@hotmail.com
Di dawiya civatê de şeş nivîskar hatin hilbijartin bo nûneriya nivîskarên bajarê Hesekê bikin ji bo danûstandin û  karûbar û çalakiyên ku lidarkevin.
Nivîskarên kurd li bajarê Hesekê:
1-Dr. Azad Elî  2– Mehmûd Sebrî  3– Mehmûd Badilî  4– Ibrahîm Xelîl  5– Ezîz Xemcivîn 6 – Wecîha Ebdirehman  7– Meşel Osman 8 – Ibrahîm Ebdî 9 – Jînda Mihemed  10– Omran Yûsif 11 – Şîndar Yûsif 12 – Salar Elo 13 – Firas Mihemed 14– Bavê Serbest 15– Mecîd Qasim 16– Ebdilwehab Ezîz 17 – Xalid Hewar Bêkes 18 – Sêfedîn Qadirî  19– Zana Sefqan 20 – Hisên Şakir  21– Hisên Mamê 22– Xoşnav Silêman – 23 – Haşim Tixûbî 24- Xalid Omer 25- Emîr Elhusên 26- Şêrîn Xetîb.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…