Îro paşî ku xelkê em ne pejirandin ,û ji civaka xwe qewitandin weke hevwelatiyên xwedî nasnameke taybet û bi mafên netewî , ew sûc û kiryara şofînî û kirêt ne tenê ew berpirsyarin . belê tewanbar û xemleysiya mezin di derbarê maf û doza gelê kurd de bijartiyên kurda bi xwe ne, em bi xwe arîşene û astengin ji xwe re , û em ne hêzin bo çarê yan em bibine çare . hercara ku em di hirterpilin di kar û xebata xwe de, emê bibêjin welleh xelk dibe sedema êş û ne derçûna me û bêbextiya li me dikin ,da ku em xwe bêrî bikin û derewan li hev bikin , ev çand û şêweyê hizirê ne raste û nayê pejirandin ,ev tuxt ne saxleme bi taybetî di xebat û pêvajoya miletan de bo paşeroja wan .
Milet nikarin serokan çêkin û wan bi afirînin weke mirov pîvazan yan ji dexil û dan bi çîne ,lê bê goman ew wan tênin “dayikbûn” .eme serok û rêberên xwedî wicdan û zîrek, ewin yên milet û gelan di afirênin û wan ji rewşekê ber bi rewşeke dîtir ve dibin ,çi xêr û baş yan jî çi xerab .li vir û di seranserî mêjûya mirovan bi vî awayê ber bi rêve çûne û pêşketine û heta roja îro jî zagon eve û wê bimînê ev.
Doza ku nûner û bijartiyên me bi navê gelê kurd ku çûne istenbolê bo mesaxtine û misokerkirina mafê gelê kurd di dewlata sûrî ya paşerojê de, di gel hevrikên sûrî ,destek li pêş û yek li paş vergeriyane malên xwe pîsepîse û bi melûlî ,û dise berê bilûrên xwe didine me û dîse jî wê guhê me bi qolqilênin bi gotinên vala û pûç ,û sûcê mezin xistine stûyê xelkê de. tu di bêje belkî xelk bavê meye û mêrê diya meye . bê ku em rexnên xwe bibkin û hêjî bi wê nefsa mezin,axatî û azazî de em dijîn ,weke ku em ne tewanbarin û bê gunehin .li xwe em na meyzînin ka gelo em di hisab û terezûya siyaseta vê demê , çine û ne çine û li xwe nazîvirin ku hîna em lawaz û bê kêrin , parçene û diberberiyê dene bi hevre, û bi xwe mafê hevûdû na pejirênin , ma gelo çima wê xelk mafê me bi pejirênin “qebûl” .birano sûcên mezin ji meye ,ji erk û berpirsyariyên xwe em baznedin ,tiştê tê ser me ji destê meye ……Çi kiro bi xwe kiro.