Çi kiro.. bi xwe kiro..

Xelîl kalo

Mixabino rebeno ,dema em biçûkbûn me xanîk û manîk ji xwe re li bênderan yan jî li ber siha dîwarên malan û daran  çêdikirin û em ji xwer  dileyistin bi aqilê zarokî ,dema dibû êvar me ew tiştên me avakirin, dîse  di hêrivand û xeradikir  heta roja dîtir û her weha .îro jî em mezinbûne lê xuyaye me hê bi wî aqil û liv û livlivandin û bizava wan rojan di xebitin û karê me wan rojan têne bîra me .
ji lewma jî bere gazin û sûcê me ji me be di van rojên dijwar û bi hesab de. bi rastî gunih ne di stûyê xelkê de ye û bere em zanibin rewşa me kurdan bi pinpin û pelpela bê berhem û karê ne rasteqîne  nayê ser rastkirin û çare ser nabe .

 Îro paşî ku xelkê em ne pejirandin ,û ji civaka xwe qewitandin weke hevwelatiyên xwedî nasnameke taybet û bi mafên netewî , ew sûc û kiryara şofînî û kirêt ne tenê ew berpirsyarin . belê tewanbar û xemleysiya  mezin di derbarê maf û doza gelê kurd de bijartiyên kurda bi xwe ne, em bi xwe arîşene û astengin ji xwe re , û em ne hêzin bo çarê yan em bibine çare .   hercara ku em di hirterpilin di kar û xebata xwe de, emê bibêjin welleh xelk dibe sedema êş û ne derçûna me û bêbextiya li me dikin ,da ku em xwe bêrî bikin û derewan li hev bikin  , ev çand û şêweyê hizirê ne raste û nayê pejirandin ,ev tuxt ne saxleme bi taybetî di xebat û pêvajoya miletan de bo paşeroja wan .

Milet nikarin serokan çêkin û wan bi afirînin weke mirov pîvazan yan ji dexil û dan bi çîne  ,lê bê goman ew wan tênin “dayikbûn” .eme serok û rêberên xwedî wicdan û zîrek, ewin yên milet û gelan di afirênin û wan ji rewşekê ber bi rewşeke dîtir ve dibin ,çi xêr û baş yan jî çi xerab .li vir û  di seranserî mêjûya  mirovan bi vî awayê ber bi rêve çûne û pêşketine û heta roja îro jî zagon eve û wê bimînê ev.

Doza ku nûner û bijartiyên me bi navê gelê kurd ku çûne istenbolê bo mesaxtine û misokerkirina mafê gelê kurd di dewlata sûrî ya paşerojê de, di gel hevrikên sûrî ,destek li pêş û yek li paş vergeriyane malên xwe pîsepîse û bi  melûlî ,û dise berê bilûrên xwe  didine me û dîse jî wê guhê me bi qolqilênin bi gotinên vala û pûç ,û sûcê mezin xistine stûyê xelkê de. tu di bêje belkî xelk bavê meye û mêrê diya meye . bê ku em rexnên xwe bibkin û hêjî  bi wê nefsa mezin,axatî  û azazî de em  dijîn ,weke ku em ne tewanbarin û bê gunehin .li xwe em na meyzînin ka gelo em  di hisab û terezûya siyaseta vê demê , çine û ne çine û li xwe nazîvirin ku hîna em lawaz û bê kêrin , parçene û diberberiyê dene bi hevre, û bi xwe mafê hevûdû na pejirênin , ma gelo çima wê xelk mafê me  bi pejirênin “qebûl” .birano sûcên mezin ji meye ,ji erk û berpirsyariyên xwe em baznedin ,tiştê tê ser me ji destê meye ……Çi kiro bi xwe kiro.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…