Daxwiyaniya H.N.R.K.S boyî cejna Newrozê

Newroza we pîroz be,

Her sal 21ê adarê gelê me yê kurd cejna xwe ya netewî Newrozê pîroz dike, cejna ku temenê wê ji sala 612an B.Z. ve dirêj dike û tê pîroz kirin. Newroz ji bo gelê me ne tenê bûye nîşana azadî û serfiraziyê, belê ew simbola yekîtiya me kurda ye jî. Li dirêjbûna dîrokê kurd gihane wê baweriyê ku jiyan bê azadî û serfirazî bê wate ye, êdî her sal Newroza xwe di bin nîrên zulm û zordariyê de pîroz dike.
Îsal gelê me li rojavayê Kurdistanê Newroza xwe li ser riya şoreşa azadiyê pîroz dike. Ji 15ê adara 2011an ve şoreşa Sûriyê ya ji bo azadî û rûxandina rêjîma Beşar Alesed berdewam e. Gelê me jî di wê baweriyê deye ku bi rûxandina rêjîma Beşar Alesed re dê bighê mafên xwe û ji ber wê beşdarî di şoreşa Sûriyê de kiriye, belê gelê me beşekî serekeye ji wê şoreşê.
Em wek Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê guman dikin ku çi rêjîma piştî ya Beşar bê ewê jê baştir be. Her wisa em guman dikin ku eger kurd bi yek helwest û yek gotarê doza fidraliyê bikin ewê bighênê, çimkî li gor me tenê fidralî dikare pirsgirêkên me kurdan çareser bike. Her wisa em ji hemû aliyên siyasî dixwazin ku helwest û gotara xwe ji bo parastina berjewendiyên kurdan û bidestxistina mafan, bi yek in, ew li ber deriyê pirsek dîrokî ne, dibe ku carek din derfet dubare nebe.
Dubare Newroza we pîroz be
Serkeftin boyî şoreşa Sûriyê
20/03/2012
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Jouma

Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew diyar dike hebûn û nebûna dewleta Kurdistanê.

Ji 30 salan ve, Pêşmerge ne artêşek Yekbûyîbû, lê du artêş bû:

– Pêşmergeyên 70: Ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK ve bû

– Pêşmergeyên 80: Ser bi Partiya…

London – Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Ferîd Xelîl “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026ê di gera wê ya duyem de wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek berbijêran hilbijart.

Ferîd Xelîl ji bo xebatên wî di warê zimanê Kurdî, werger û ragihandinê…

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…