Gotar

Navê Gura derketiye.. lê

    Xelîl Kalo

  Rovîyan dinya wêrankiriye û bê tamkirine . hîna bang, xitab  ,bizav û axiftina me kurdan ya siyasî ,ramyarî , çandî  kevnare û bi ezeziya, tenê  em hemû êş û azar ,bindestî û paşketina xwe dixin sitûwê xelkê de .  belê rast û her kes dizane ku dijminê kurdan ewin berpirsyarên yekserin di bindestiya gelê kurd de .ew pirs hatiye naskirin û ezberkirin ji ba hemû mirovên kurd ve,  ji mezinan bigira  heta piçûkan ,ji zana heta ne zanan , lê ya ku piranîya gelê kurd nizanê  ku mane bindestî û perîşanîya wî bi destê xelkê wî bixweye .anku sedema parçebûn , nezani û hişmendiya  netwî , ne rêxistin û dijheviya  nav xweyî dikeve sitûwê  bijartiyên wî bixwede .
Ji dema bîrewerîya me de, tevger û rêxistinên bi navê kurdewariyê dinava civaka me de hatine dirûstkirin , bi hêvî û armanca rakirina barê bidestî û azadiya gelê kurd ,ew merem û hêvî hatin cewsandin û bi demê ketin heta roja îro , ji bilî ku civaka me were guvaştin û yekbibe ,berevajî  paşve hate vegerandin ku sedema  sereke siyaseta kurdan bû dema  kete nav destê nezan û bê wicdanan de  , berpirsyarên rêxistinan , kesên xwe didane pêş bi armanc komkirina gelê kurd ,tenê li berjewendîyê xwe pirsîn û miletê xwe ji xwere dane xebitandin ,dibin gelek nav û nîşanên netewî de û bi xap û rîpan heta em gihiştine vê demê dijwar .

Gelê derdorê me roj biroj ser û binê  xwe diguherin çi bi zor yan bixweşî û bi serdikevin , hîna em kurd bi terzê berê  di meşin ,meşa seqet û korandikin bê ku zanibin em gihane kûderê ,dema em li xwe di zîvirin piştî demekê “hey ho  “em  xwe dibînin ku emê  ber bipaşve  çûne ,ji ber sêrwan û pêşeweyên me kevnin û bi xap û rîpin û di serî de rewşenbîrê kurd ,lewma jî guhartina me gereke û pêwiste îro berî sibe , eger ew pût û senem ne wên şikandin û rexnekirin wê rewşa me weke niha û berê berdewam bibe .dîse jî  gereke em zinibin ku raste gur hîn gurin û me dixun , lê rovîyê bi navê kurdewarî mala kurdan xerakirine di serî de yên ku dibêjin em rewşenbîrin û bê hizir û bîrin.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…